Li Colemêrgê 650 kewên gozel berdan çolê

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 650 kewên gozel bo çolê hatin berdan.

Şaxa Rêveberiya Giştî ya Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê ya li seranserê bajêr 650 kewên gozel berdan çolê.

Ji bo ku hejmara kewên li deverê zêde bibe ji Navenda Kurkê ya Kewan a Meletiyê 650 kew bo Colemêrgê hatin şandin.

Karmendên  Şaxa Rêveberiya Giştî ya Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê ya Colemêrê kew standin û li deverên curbecur ên navend û navçeyê wan berdab çolê.