WAN - Geştyar ji bo xwe honik bikin berê xwe didin Newala Masîroyê
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê Newala Masîroyê bi hewaya xwe ya honik û paqij bala siruşthezan dikişîne.
Newala bi qasî 12 kîlometreyan ya di sêgoşeya Çataxa navçeya Wanê, navçeya Berwariyê yaPerwariya Sêrtê û navçeya Elkê Şirnexê de, bi siruşta xwe ya kesk, ava xwe ya zelal û hewaya xwe ya honik û paqij balê dikişîne.
Mêvanên xwemalî û biyanî yên dixwazin herin newala ku bi qasî 125 kîlometreyan dûrî Wanê ye, heta cihê ku bi wesayitan dikarin herin diçin, pişt re bi pêyan dewam dikin.
Mêvan di nava darên kesk û floraya dewlemend re derbas dibin û digihêjin newalê û demeke xweş lê derbas dikin.
Newala ku dikeve quntara Çiyayê Katoyê, bi teht û latan dorpêçkirî ye û xwedî avên zelal e.
Serokê Klûba Werzişên Siruştî ya Vadiyê Omer Demez got ku wan bi 38 siruşthezan re newal ziyaret kirine.
Demez destnîşan kir ku ew di mehên havînê de ji ber bedewiya siruştî û hewaya sar gelek caran diçin newalê.
“Em ji hewaya germ reviyan”
Canan Akmana ku cara yekem diçe newalê jî got, "Av paqij û xweş e.
Em ji hewaya germ reviyan û hatin siruştê. Siruşta vê derê, şînahiya wê û hewaya wê balkêş e.
Ji ber hewaya germ, me demildest xwe berda nava avê. Ez dixwazim her kes were vir."
Nurdan Şarmana ku li newalê geriya jî got:
“Em hemû bedewiyên siruştî, qadên seyranê û deverên dîrokî yên li Wan û derdora ziyaret dikin.
Îro, em hatin newalê. Av ne germ e û ne jî sar e.
Me bi avjeniyê xwe honik kir. Me demeke xweş li newalê derbas kir."