Bi navê Kurdistanê tevlî pêşbirka şaciwan dibe

Hewlêr (Rûdaw)- Keçeke kurd bi navê Fatîme Xedan ku xelka Rojhilatê Kurdistanê ye, bi navê Kurdistanê û cilê bîkînî tevlî pêşbirka Şaciwana Parzemînan bû.

Çalakiyên merasîma hilbijartina Şaciwana Parzemînê li welatê Îkwadorê bi beşdariya 25 welatan dest pê kir û heta 25 vê mehê berdewam dibe.

Fatîme Xedan ji welatê Îkwador ji Rûdawê re ragihand: “Ez bi navê Kurdistanê beşdar bûme, ezê hewl bidin di vê festîvalê de çand û kiltûrê kurdî bidim naskirin.”

Ew keça rojhilatî behsa wê yekê dike ku eger hat û bû şaciwana parzemînan, dê projeyên taybet bo penaberên Kurdistanê pêk bîne.

Mercê sereke ji beşdariya keçan di wê pêşbirkê de, derketin bi cilên bîkînî ye.

Fatîme wiha got: “Ti pirsgirêkek min ligel wê yekê tune ye. Malbata min jî rê li pêşiya min nagirin. Divê keşên kurdan pêş bikevin.”

Fatîme Xedan (18 salî ye), ji bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Li welatê Norewêj dijî û dibistanê dixwîne. Dirêjiya wê 166 cm e. Giraniya wê 55 kîlo ye. Di rêxistina Xaça Sor a Navdewletî de kar dike.