Hefteya Modayê ya Moskowê bi şêwaza Rûsî-Silavî hat lidarxistin

Moskow (Rûdaw) - Hefteya Pêncemîn a Modayê ya Moskowê (MFW) hat lidarxistin.

Nîşandanên modayê li seranserî bajêr tên lidarxistin lê cihê sereke Parka Zaryadyeyê ya nêzîkî Kremlînê ye.

Nîşandana îsal a yekem bi koleksiyoneke bi şêwaza Rûsî-Silavî hat vekirin.

Piraniya temaşevanên nîşandanê jî cil û bergên bi heman şêwazê li xwe kiribûn.

Stîlîst Anastasia Çûrkînayê anî ziman:

“Ev modelîst, mîrateya kevnar li gorî cîhana hevdem diguncîne da ku ew kevneşopî îro jî di rojevê de be.

Armanc ew e ku gel têbigihêje ka ev hemû ji ku tê û dikare bigihêje kû derê.

Koleksiyona wê, berhema hizra wê ya li ser pirsa 'eger mîrateya Rûsî qut nebûya, dê çawa bûya' ye.”

Mêvana bi navê Natasha Texnorusê li ser pirsa lixwekirina cilên Rûsî got:

“Belê, di jiyana rojane de jî ez van cilan li xwe dikim.

Ji ber ku ez bi xwe bi yekkirin, lêkolîn û populerkirina kodên çanda Rûsî û çanda Silavî ve mijûl im.

Loma Kakoşnîk ango ev kofî, parçeyeke ji kincên min ên rojane ye.”

Modelîst dibêjin, şêwaza neteweyî ango etnostîl di van salên dawî de li seranserî cîhanê bûye trenda modayê.

“Îro bi rastî jî teqînek heye”

Dîzayner Maşa Averyanovayê da zanîn:

“Çend sal berê, dema ez digeriyam, min dixwest kesên ku li ser sêwiranên cil û bergên Rûsî, li ser şêwaz û kodên Rûsî dixebitin, peyda bikim.

Min kes nedît lê îro bi rastî jî teqînek heye.

Ev gelekî baş e! Mirov êdî fêm dikin ku tiştên aîdî wan jî baş in.

Divê bav û kal neyên jibîrkirin û divê mirov dîroka xwe bizane.”

Di demekê de ku temaşevan li ber podyuman, di bin rîtma muzîkê de, çêjê ji bedewiya model û sêwirana cil û aksesuaran werdigirin li pişt perdeyê karekî bêrawestan dimeşe.

Vîzajîst (Make-up Artist) Yevgeniy Udyaninkov jî anî ziman:

“Bê guman, li vir her kes karê xwe dike. Bêyî tîma stilîstan, bêyî vîzajîstan, ew modelên ciwan jî dê li ser podyuman nebûna.

Ango, keda me kedeke tîmê ye û em hemû bi hev re tevahiya koleksiyonên dîzayner û modelîstan amade dikin.

Ev hemû karekî hevbeş e. Loma encameke baş derdikeve holê.”

Di çar sezonên berê de, Hefteya Modayê ya Moskowê karîbû zêdetirî 800 dîzaynerên ji seranserî cîhanê bîne cem hev.

Îsal, modelîstên ji 10 welatan; Ermenistan, Brezîlya, Guatemala, Hindistan, Çîn, Nîkaragua, Tirkiye, Afrîkaya Başûr, Spanya û Amerîkayê li ser podyumên Moskowê nîşandanan dikin.