DÎLOK - Zîvên ku dinexşînin ji çend welatan re dişînin: ‘Gelek motîf û sembolên me hene!’

Hewlêr (Rûdaw) - Avahiyeke dîrokî ya parêzgeha Dîlokê ku 500 salî ye navenda zîvkariyê ye.

Ew avahî di dema xwe de dilê bazirganiya Dîlokê bûye.

Ji salên 1980an ve wek navendeke zîvkariyê tê bikaranîn.

Niha jî zîvên ku li vir tên çêkirin tevî navxweyî welat ji çendîn welatên cîhanê re jî tên şandin.

Li ser van zîvan motîfên kevn ên vê herêmê tên nexşandin.

Hostayê zîvkariyê Îbrahîm Çîner got:

“Avantaja me ya herî mezin ew e li bajarê me gelek motîf û sembolên taybet hene ku em dikarin li ser zîv binexşînin.

Em wan motîf û sembolan lêkolîn dikin, biçûk dikin û li ser guhar, ristik, gustîlk û bazinan bi kar tînin. Dema em wan neqşan bi kar tînin ew dibe taybet bi Gazîantepê.”

Bi destê van hostayên zîvkariyê heftane 10 heta 15 kîlogram zîv tê xemilandin.

Li avahiya dîrokî ne tenê karê zîvkariyê tê kirin herwiha li beşeke wê jî xwarin û şîrîniyên herêmî yên Dîlokê tên amadekirin û pêşkêşî kiryaran tên kirin.

Welatiya bi navê Mehtap Kaleyê anî ziman:

“Dema em hatin li zîvên xwe binêrin, me dît li vir kafe û xwaringehên ku xwarinên Entabê çêdikin hene. Ji xwe xwarin û şîrîniyên Entabê bi nav û deng in.

Me xwarineke xwemalî ya gelekî xweş xwar, cara yekem e ez dixwim lê gelekî xweş û bi tam bû.”

Li qata jor a vê avahiyê zîvkarî tê kirin û li qata jêr jî dikanên ku firotina zîvan dikin hene.

Berhemên ku li vir tên çêkirin hinardeyî welatên wekî Amerîka, Meksîka, Romanya, Almanya û Belçîkayê jî tên kirin.