Barîkan dixwaze hizra jin û mêrên Kurd biguherîne

Hewlêr (Rûdaw) – Barîkan Îsmaîl keçeke 30 salî ye û bûye 3 meh bi rêya medyaya civakî, bi zimanekî sade ji gel re diaxive. Ew naxwaze zilam bi mêrsalarî û jin jî bi awayekî ku mafê wan tê xwarin bibîne û dibêje: “Pêwîst e ev fikra kevn ji holê rabe û mirovahiyê bigihînin hevdû.”

 

Barîkan li bajarokê Soranê jidayîk bûye. Di 11 saliya xwe de li gel malbata xwe çûye Ewropayê û li welatê Danîmarkê bi cih bûye û li Zanîngeha Danîmarkê Beşa Civaknasiyê xwendiye. Barîkan Îsmaîl dibêje: “Hilbijartina vê beşê, ji bo nasîna xwe û derdora xwe bû, da ku di navbera du civakan de winda nebim û bikarim bi xwe bim.” Barîka tenê bi wê xwendina xwe nasekine û li Beşa Bazirganî ya Zanîngeha Harvardê ya li Amerîkayê jî dixwîne û bawernameya masterê werdigre.

 

Barîkan Îsmaîl dibêje: “Min gelek zehmetî dîtin heta ku bikarim bi pênusa xwe bigihîjim bêrika xwe û bibim jineke piştî şewatê ji nav xwelîşînka xwe rabûye ser piya û bibêjim ez berdewam im, çimku min gelek nerehetî dîtin.”

 

Herwiha Barîka kursa şêwirmediya geşekirina kesayetî temam kiriye, weke axavtvan du sal beşdarî korbend û semîneran bûye li derveyî welat. Hêviya wê ew e ku were Kurdistanê û li zanîngeh û holan semîner pêk bîne ji bo xortan û ji wan re bibêje 'ji bo jiyanê tenê tolerans û teslîmnebûn divê'. Barîkan ji rêxistinên jin û mêran daxwaz dike ku di dema pirsgirêkan de li şûna çareseriyê, aloziyê çênekin, bi wî awayî kar bikin ku aliyê civakî û derûnî yê herdû aliyan li ber çavan bigrin û dibêje: “Da ku pirsgirêkek bi pirsgirêkeke din neyê çareserkirin.”

 

Barîkan dixwaze fikra tawankirinê biguherîne ku bi heman şêweyê kesê ku tawan lê hatiye kirin dixwaze tol hilde, çimku jiyan ji me tolerans dixwaze û dibêje: “Ez aşiqê zilaman im, di jiyana min de rola sereke ya zilaman heye û pişt û penah e. Îja çi hevjînê min be, çi bavê min be, yan jî birayê min be. Bavê min ji bo nasîna zilaman mamosteyê herî baş bû. Bi kiryarên baş û xeletî ve, loma qet naxwazim li dijî zilaman kar bikim û xelkê teşwîqî rikê bikim. Ez bawer im di dirindeyî û jinkujiya zilamekî de destê jinekê li pişt e. Îja ev pêngav, bi gotin, axavtin û gotinok be, yan jî dayîk be. Ne mêr ne jin siruşta wan bi wê şêweyê nîne, tenê komek sedem hene pêwîst e werin çareserkirin, ew jî tolerans û xoşewîstî û teslîmnebûn e.”

 

Barîkan Îsmaîl li ser medyaya civakî gelek sade derdikeve û ti makyaj nake, li gor wê “eger tu xwe bi xwe bi ruxsarê xwe qebûl nekî, kesên li hember te û xelk dê çawa qebûl bikin”.

 

Weke ku ew bi xwe dibêje, rojane 12 saet dixebite, lê wê pereya ku dikeve destê wê, li ku xerc dike? Barîkan diyar dike: “Li gor min guneh e pere li moda û makyajan xerc bikim, ez ji bo debara xwe û xwedina zêdetir li zanîngehan xerc dikim.” Li ser cil û bergên xwe dibêje: “Cilên ku di vîdeoyan de xelk dibîne, cilên 6 – 7 salî ne, ez tiştekî dikirrim da ku sûdê jê werbigrim, ne weke moda û tiştên rojane.”

 

Li ser gotinên ku hin kes rexne lê digrin dibêje: “Her çi tê zimanê min, ezmûna min e. Jiyan û pirtûkên ku min xwendine, rengdana wan heye li ser hizr û naxa min. Ez peyv nafiroşim, ez dixwazim bi rêya axavtinê civakê ciwantir bikim.”