Manken bo piştevaniyê çûn ser Çiyayê Nemrûdê

Navenda Nûçeyan - Fîrmayeke bûkaniyê ku navenda wê li Stenbolê ye, katalogên xwe li serê Çiyayê Nemrûdê li kêleka peykerên dîrokî kişandin.

 

Çiyayê Nemrûdê li navçeya Kolik Semsûrê ye û herwiha  di nava Lîsteya Kelepora Cihanê ya UNESCOyê de ye, mazûvaniya çalakiyên cor bi cor dike.




Li herêma ku wekî qada parka neteweyî tê parastin, ligel berhemên bêhempa bi xêra 2 hezar û 150 metro bilindahiyê wisa tê qebûlkirin ku hilhatin û avabûna herî xweşik a tavê li vê derê tê temaşekirin.




Li vê devera dîrokî anku Çiyayê Nemrûdê fîrmayeke bûkaniyê ligel 5 manken û timek 25 kesî katalog kişandin.


Di dema wergirtina wêneyan de ji ber serma û bayê mankenan car carî zehmetî kişand, lêbelê dîsa jî wextekî xweş borandin. 




Xwediya fîrmayê Suna Yurtalan diyar kir ku ji bo piştgirya nasandina Semsûrê û Çiyayê Nemrûdê, wan li vê derê katalogê xwe kişandin.


Yurtalan daz zanîn ku ew ligel tîmeke 25 kesî derketin serê Çiyayê Nemrûdê û wiha domand: “Em bi zehmetî hilkişiyan vir, lêbelê xweş bû. Ez wîsa bawer im ku dê bi kêrî nasandina herêmê were. Em dê Semsûr û Çiyayê Nemrûdê li her derê dinyayê bidin nasandin. Li gorî qenaeta me ev wênegirtin dê ji bo kesên ku der heqê Çiyayê Nemrûdê de te agahiyeke wan tuneye, bibe wesîleya naskirinê."




Ji mankenan Ercîl Yavuz jî da xuyandin ku ligel serma û bayê, wan li kêleka peykerên li 2 hezar metre bilindahiyê poz dan û wiha got: “Em wênegirtineke konsept pêk tînin. Em ewil car e tên Semsûr û Nemrûdê. Me vir pir eciband."