Taştêya Wanê xwe ji rekora cîhanî ya Guînnessê re amade dike

05-05-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Stenbol (Rûdaw) - Waliyê Wanê Aydin Nezîh Dogan daxuyand ku ji bo ku balê bikşînin ser taştêya Wanê û girîngiya taştê derxin pêş, xwe ji bo rekorê û pirtûka rekoran a Guînnessê amade dikin.

Walî Dogan wiha got: "Çalakiya Rekora Dinyayê ya Taştêya Wanê ya Guînnessê ji bo danasîna Wanê girîng e. Ji hêla din ve em dixwazin ku rewşa aram a ku piştî pêvajoya çareseriyê çêbû jî nîşan bidin."

Dogan, di civîna çapemeniyê de destnîşan kir ku herî kêm 20 hezar kes dê beşdarî vê taştêyê bibe û ev çalakî dê bibe sifreya taştêya herî qerebalix. Ceribandina rekorê dê 1ê hezîranê di navbera saet 09.30 û 10.30an de li Parka Çandê ya Atatirkê dê bibe.

Walî Dogan got ku heman rekor li Amerîkayê bi beşdariya 18 hezar û 941 kesan ve hatiye ceribandin. 

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Wanê (OBPya Wanê) Necdet Takva jî daxuyand ku ji bo ku marqeya hebûnan bê parastin û di dinyayê de bê nasîn, ew derketin rê û wiha axivî:"Taştêya Wanê ji van tiştan yek e û yê herî zêde tê zanîn e. Taştêyên Wanê yên ku li gor standardên wê nayên pêşkeşkirin zirarê dide markeya me. Odeya me ji bo ku standarda taştê bê parastin bi awayekî hiquqî serî li Tescîla Markeyê da. Bi vî awayî li bajarê me û herêmên din ên ku bixwazin taştêya Wanê pêşkeş bikin, dê mecbûr bimînin ku li gor qanûnê bi awayekî standart û kevneşop taştê amade bikin."

-Ceribandina rekorê

Taştê dê di nav 30 hezar qutiyên standart de bê amade kirin û li gel bê belavkirin. 60 heb îstasyonên çayê, 20 heb îstasyonên pakêtên taştê û 10 heb jî îstasyonên xwarinen germ dê bên avakirin ku taştê belav bikin.  Hezar heb kes dê ji bo vê çalakiyê bixebitin.

Gel dê di tûrnîkeyên elektronîk re bikeve hundir û hemû çûyîn û hatin dê bi kamerayan ve bên kişandin. Kesên beriya ku çalakî biqede ji wir derkevin dê ji bo rekorê neyên qebûlkirin. Hemû beşdarvan dê di heman demê de dest bi xwarinê bikin û bi du kronomêtroyan ve dem dê bê şopandin. Hemû bermayiyên taştê jî piştî ku çalakî qediya dê bên berhevkirin ku dîsa bên xebitandin.

Roja çalakiyê tîmên ewlekariyê, tenduristiyê û agirkujiyê jî dê li wir amade bibin. Ji herêmên cuda ên Tirkiyeyê jî komên folklorê dê govendan bigrin û ji bo zarokan jî bername dê bên pêşkeşkirin.

Taşteya Wanê yek ji dewlemendtirîn taşteyên cîhanê ye ku ji gellek xwarin û pêxwarinên mîna penêr, zeytûn, doşav, hêk, mast, toyê mast (qeymax), hingiv… pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst