Dilbixwîn: Cara yekê min Hêvîdar li cem Ocalan dît

05-08-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Dilbixwîn Dara, pêşkeşkarê herî navdar ê beşê kirmancî di televîzyona Rûdawê de, piraniya rojan bultena Rojavayê Kurdistanê ya saet 7ê êvarî pêşkêş dike. Dilbixwîn di hevpeyvînekê de dibêje di vê daetê de piraniya xelkên Rojava li ber wê bultenê dimînin.

Dilbixwîn dibêje, cara yekê min hevjîna xwe Hêvîdar Zana li cem Serokê PKKê Abdullah Ocalan nas kir.

Rûdaw: Em dizanin ti û Hêvîdar herdu bêjerên Rûdawê ne, kî ji we serkeftîtir e?

Bêjerî û rojnamegeriya televîzyonê êdî ji bo min bûye pîşe. Kêfê ji wî karî dibînim. Bûye beşek ji jiyana min. Li ser kar bim, li derveyî kar bim, li mal bim, li kafêterya bim, di rê de bim… Her di nava wî karî de me. Heta niha min nikaribû jê bi dûrkevim. Rojnamegerî karekî xerîb e, tu nikarî bêjî êdî bes e û dawî lê bîne, yan jî bêje ez gihiştin lutkeya wî karî, her roj fêrî metodên nû dibî, her roj tiştekî nû dibînî.


Li ser pirsa te ka kî ji me di karê bêjeriyê de serkeftî ye, baştir e, temaşevan bersiva wê pirsê bidin. Kurdiya Hêvîdarê zelal e, bêjereke baş e, yek ji wan bêjeran e, dema ku nûçeyan dixwîne, cidî ye, dikare baweriya temaşevanan bi naveroka bultena xwe bîne.

Te û Hêvîdar Zana çawa hevdu nas kir? We hej hevdu dikir?

Min û Hêvîdarê me li Şamê hev dît, di sala 1995 de, li cem Serokê PKKê Abdullah Ocalan. Hêvîdar wê demê li wê derê di redaksyonê de kar dikir. Wê demê ez di Med-TV de bêjerê nûçeyan bûm, Ocalan xwest ez biçim cem wî, ez çûme Şamê, li wê derê min Hêvîdar dît.


Birêz Ocalan ji wê re gotibû, Dilbixwîn ji Med-Tv hatiye, gelek tiştan dizane, here wî bibîne, gelek zanyarî di derbarê karê televîzyonê de li cem wî hene, hemû jê bistîne. Yekem car min ew li wir dît û min jê hez kir, lê haya wê ji hezkirina min tune bû. Piştre em bi hev re çûne Belcîka, me li Med-Tv û piştre li Medya – Tv, bi hev re li ser yek maseyê di navenda nûçeyan de kar kir.
Zarokekî me heye, 8 salî ye, navê wî Robîn e, li Almanya bajarê Bonnê çêbû ye.

 

Rûdaw: Kengî te dest bi karê ragihandinê kir?

Hema bêje ji sala 1990 de min dest bi karê rojnamegeriyê kir, Di 1990 de dîsa ez li Şamê bûm. Murat Karayilan wê demê berpirsiyarê PKK yê Sûriyê bû, ez baş nas dikirim, kêfa wî gelekî ji min re dihat, wî jî qîmet dida xebatên bi zimanê kurdî. Got “Dilbixwîn emê te bişînin Ewropa li wê derê rojnameya Berxwedan heye, bi kurdî û tirkî derdikeve, 8 rûpel bi kurdî ne, bibe edîtorê beşê kurdî”. Ez ji Helebê çûme Şamê, ez bi Ocalan re dame naskirin, got “Dilbixwîn ev e, serokê min, wê bibe berpirsê beşê kurdî di rojnameya Berxwedan de” piştre ez çûme Almanya, di rojnameyê de min kar kir. Di sala 1995 de dema ku Med Tv dest pê kir, ez yekemîn bêjerê nûçeyan bûm. Yekemîn bultena nûçeyan saet 18.30 min xwend. Niha jî li Rûdawê me, dikarim bêjim, Rûdawê karîyera min ya rojnamegerî bêhtir da pêş û bi istîqrar kir.

Rûdaw: Bi nêrîna tw kîja peyamnêrê Rûdawê bi baştirîn şêwe nûçeyên zindî vediguhêze? Herwiha kîja bêjerê Rûdawê baştirîn e?

Min û hevkarên min yên peyamnêr neyne hember hev (bi ken). Bêguman hinek peyamnêr hene, gelek relaks in, rihet in. Bila kesek dilê xwe li min negire, Şaho weke bêjerê nûçeyan, Hêvîdar Ehmed jî weke peyamnêr.

Di programa 2 Alî de, tu berdewam mêvanên xwe dixe nava gotûbêjeke gerim de. Ti carî mêvanê te şer kirine?

Bi giştî kurd şerm dikin, werin hember hev û nêrînên xwe rexne bikin, her demê li pişt hev, hev rexne dikin, bi programa 2 ALÎ me ew dîwar şikand, armanca me ew e ku em nêrînên cuda bînin hember hev, ne derxistina şer.

Rûdaw: Dema tu nûçeyên penaberên Rojavayê Kurdistanê romal dikî, hesta te çawa dibe?

Ez bi xwe jî ji Rojavayê Kurdistanê me, ji Kobanî me. Dema ku saet dibe 19.00 her kes diçe ber televîzyonê li bultenê temaşe dike, saet 19.00 tu li Rojavayê Kurdistanê kesekî li derve nabînî, wê rojê yekî ji min re digot, “em bûne nexweşên bultena rojava”, bi texmîna min herî kêm rojane 2 mîlyon kes li bultena rojava temaşe dikin, ji xwe re bifikire ev hesteke çawa ye.

Rûdaw: Niha temenê te çend e? Tu sporê dikî?

Di sala 1967 de li gundekî Kobanî ji dayîk bûme. Dema ku li Almanya bûm, diçûm Fitness, lê niha li Kurdistanê Rûdawê mecal nehîştiye ku nefesa xwe jî bikişînim.

Rûdaw: Dilbixwîn heta kengî wê karê ragihandinê bike?

Ev kar weke nexweşiyê ye, nikarî zû zû dest jê berdî. Bi taybetî ji bo min, ku nêzîkî 25 Sal in di nav de me. Lê dîsa jî mirov nizane, dibe ku rojek weke bi şêweyekî profesyonel li derveyî wî karî bim.

Rûdaw: Dengê te bo sitranan xweş e? Ti carî kesî ji te xwestiye tu karê sînemayê bikî?

Hevalên min ji min re dibêjin “dengê te xweş e” bêhtir ji stranên Serhedê hez dikim. Qet nefikirîme bibim aktorekî sînemayê, di jiyana xwe de xewna min ew bû ku bibim rojnamevanekî baş. Ji zaroktî de min bêjerî pir meraq dikir, xeyala min bû, carekê derbasî studyoya televîzyonekê bibim û bibînim ka bêjerek çawa nûçeyan pêşkêş dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst