Gola Wanê bûye cihê hênikbûna geştyaran

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê, kesên ku ji ber germaya zêde aciz bûne  ji bo hênikbûnê berê xwe didin Gola Wanê.

Gola Wanê ku bi berav û plajên xwe yên xwedî "Alaya Şîn" e, di warê geştiyariyê de xwedî jî cihekî girîng e û bi germbûna hewayê re bûye rawestgeheke sereke ya bêhnvedanê.

Ne tenê xelkê Wanê, geştiyarên ji bajar û navçeyên derdorê jî beravên golê tijî dikin.

Gelek kes diçin beravên navçeya Erdîşê ku 20 kîlometre dûrî navenda bajêr e û bi avjeniyê hênik dibin.

“Ava Gola Wanê şifa ye”

Ercan Zurelê ku ji Belçîkayê ji bo betlaneyê çûye, dibêje ku ew heyranê bedewiya Wanê maye û wiha got:

"Em ji bo betlaneyê hatibûn Îzmîrê. Me bihîst ku ava Gola Wanê şifa ye.

Ev cara yekem e ku em tên vir. Ava wê paqij e û beravên wê jî xweş in.

Gola Wanê mîna behrê ye, pêlên wê pir kêm in û hewaya wê jî hênik e.

Ez şîret li her kesî dikim ku werin vir. Ez bi hevjîna xwe û çar zarokên xwe re hatime û em demeke xweş derbas dikin.

Em difikirin ku sala bê jî careke din werin."

Kesekî bi navê Mehmet Coşkun jî diyar kir ku ew ji ber germayê diçin golê û bangê her kesî kir ku biçin Gola Wanê.

Ozan Çelebî jî da zanîn ku havînan geştyar ji bo betlaneyê diçin bajêr û got, "Em hem avjeniyê dikin û hem jî ji derfetên li beravê sûdê werdigirin."