Cotkarekî kundirekî 876 kîloyî hilberand: Sira wî eşkere bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li nav zeviyekî kundiran ê li Amerîkayê, kundirek ji nav hemû kundirên din taybettir e, sergirtî ye û xizmeteke mezin lê tê kirin.

Cotkar Tony Scott kundirekî taybet hildiberîne ku bi şevan serê wê digire û dipîve.

Cotkar û hilberînerê kundiran Tony Scott da zanîn:

“Gelek kes ji min dipirsin, gelo ev rast e?

Ez jî bersivê didim û dibêjim, baş e, tu dikarî li kû kundirekî sexte yê bi vî rengî mezin bikirî?

Belê, ev rast e û rastî ye.”

Tony Scott 8 sal in kundiran diçîne û kundirekî wî 876 kîlogram e.

Endezyarek sira mezinbûna vî kundirê dêw eşkere dike.

Endezyara çandiniyê Alyssa Borsukê da zanîn:

“Yek ji sedeman ew e ku dema hilberîner kundirekî mezin çêdikin, hemû kundirên din jê dikin û riwek tenê kundirekî hildiberîne.

Riwek hemû av û şekirê xwe dide wî û ev yek jî dibe alîkar ku ew ji ya ku hûn di jîngehê de nabînin, mezintir bibe.”

Wezareta Çandiniyê ya Amerîkayê diyar kir ku ji ber ku vîtamîn, madeyên kanzayî û antîoksîdanên zêde tê de hene, şekirê wan kêm e û tijî av in kundirên dêw ji bo xwarinê tendurist in.