Silêmanî (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê, hinek xort ji ber hezkirina serokê berê yê Almanya, Adolf Hîtler, li ser laşê xwe wêneyên wî dikutin û hezkirina xwe li hember Hîtlerê nazî wiha nîşan didin.
Xortê bi navê Helşo Hêmin ku ji bajarê Silêmaniyê û temenê wî 20 sal e, wêneyek hîtler li ser laşê xwe kişandiye û dibêje, ew gellekî ji Hîtler hez dike lê qet neçûye Almanya. Li gorî Helşo, Hîtlerê nazî yek ji ser lîderên leheng ên cîhanê ye.
Dema tu li rûpela Helşo ya facebookê dinêrî, gellek wêneyên Hîtler dibînî ku li bin her wêneyekî de hêmayeke dil daniye û bi vî rengî hezkirina xwe li hember Adolf Hîtler nîşan daye.
Helşo Hêmin, wiha behsa hezkirina xwe li hember Hîtler dike: “Ez di zarokatiya xwe de alîgirê Hîtler û nazîsmê bûm û heta niha jî ez jê hez dikim. Ji ber ku Hîtler yek ji lîderên leheng û şoreşger ên cîhanê bû. Min jiyana wî xwandiye û sûd jê wergirtiye, bi taybeta pirtûka wî ya bi navê Xebata Min.”
Li gorî Helşo, Hîtler yek ji wan kesan bûye ku kariye xwe çêbike û bigihîje wê asta ku dîrokekî ji xwe re çêbike.
Di dîrokê de hinek rêber û lîder hene ku karîgeriya wan derdikeve derveyî sînorên welatî wî/wê û bûne sembol di nav xelkê de û logo û hêmayên wan tên bikaranîn. Mîna Ernesto Che Guvera, Nelson Mandela ku li Kurdistanê hêma û wêneyên wan pir hene. Lê lîderekî mîna Hîtler ferq dike bi wan re. Ji ber ku Hîtler ji ber xatirê zor û zilma xwe û komkujiyên ku li dijî mirovan bi taybet cihûyan kiriye, nayê hezkirin û piraniya mirovên cîhanê jê nefret dikin.
Lê Helşo dibêje, ez ji cihûyan hez nakim û li dijî wan im, Hîtler jî li dijî cihûyan bû û ji ber vê ez ji wî hez dikim. Çimkî cihû li dijî îslamî ne û Hîtler ew ji nav birin.
Helşo her wiha tîne ziman ku Hîtler qet razî nebûye teslîmî dujminên xwe bibe, ji ber wê jî dema artêşa Sor bajarê Berlînê yê Almanya digire, Hîtler xwe dikuje û ji serbazên xwe dixwaze termê wî bişewitînin da ku nekeve destê dujmin.
Dikandarekî bi navê Nasih Fatîh ku wêne û posterên kesên navdar ên cîhanê difroşe, dibêje, li vir alîgirên Hîtler û nazîsm zêde ye û rojane gellek wêneyên Hîtler tê firotin, helbet ez jê hez nakim û tenê difroşim.
Kesên ku serdana dikana Nashi dikin bo kirrîna wêne û posterên Hîtler, temenê wan di navbera 15-20 sal de ye. Nasib, dibêje, ez rojê nêzîkî 7 wêneyên Hîtler difroşim, gellek kes jî înternetê werdigirin lê yên min çapkirî û poster in ji ber wê jî tên ji min dikirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse