Sonya Beytûşî modeltîya Sarkis kir

Hewlêr (Rûdaw) - Modela Kurd, Sonya Beytûşî li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê di projeyeke dizaynerê Lubnanî Fouad Sarkis cih girt.


Beytûşî ji Rûdawê re got: "Sarkis dizaynerekî ser asta cîhanê navdar e. Şêweza dîzaynên wî dişibe ya Valentino û Zuhair Murad."


Sonya ku ji bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ye li zanîngeheke Îranê endezyariya kompûterê xwendiye û nivîskara hejmarek pirtûkî ye jî.


Li gorî Beytûşî pêwîstiya xelkê Kurdistanê bi nasîn û baştir zanîna modayê heye. Wê got: "Ji bo piştgirî li karê modayê bikim, ez beşdarî projeya Sarkis bûm."