Li Venedîkê rûpoşên herî bedew
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Venedîkê yê Îtalyayê di çerçoveya karnavala dîrokî de pêşbirka “rûpoşên herî bedew” îsal jî dîmenên rengîn derketin holê.
Di pêşbirka li Meydana San Marcoyê de hatiye lidarxistin, beşdarên pêşbirkê ji welatên cuda cuda tevlî bûn û di podyumê de bi cilûbergên xwe yên sosret derketin pêşberî temaşevanan.
“Bedewtirîn cilûberg” û “rindtirîn rûpoş” bi dengên tûrîstan hatin diyarkirin.
Pêşbirka han roja 31ê Çileya îsal dest pê kiriye û dê 17ê Sibatê jî xilas bibe