Li Rihayê hejmara xezalan zêde dibe

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Rihayê xezalên ji ber ku nesla wan li ber nemanê ye, hildane bin parastinê, hejmara wan bi karikên wan re 3 hezar derbas kir.

Xezalên ku nifşa wan li ber metirsiya nemanê ye, li Rihayê li Stasyona Lihevzêdekirina Xezalan a Birêvebiriya Giştî ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî ya Wezareta Çand û Daristanan tên parastin.

Xezalên li wê deverê ku tên parastin bi taybet di dema zayinê de ji bo zerer negihije karikên wan û neyên dizîn, cendirme û ekîbên Birêvebiriya Giştî ya Parkên Neteweyî û Parastina Jîngehê dixebitin.

 Ekîbên ku 24 saetên 7 rojan nobetê digirin rê li ber nêçîrvaniya qaçax digirin.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak ragihand ku xezal û xwedîkirina wan ji bo wî bajarê Bakurê Kurdistanê girîng in.

Hasan Şildak tekezî kir ku hemî personel wekî çavên xwe guh didin xezalan û got ku dema demsala wan tê wan berdidin siruştê.

Şildak her wiha diyar kir ku li stasyonê qadeke danasînê jî heye û kesên ku dixwazin xezalan bibînin vexwend bajêr.