Sony: Bo Windows 10ê lezê nekin

Hewlêr (Rûdaw) – Şirketa Sonyê ji bo muştiriyên xwe ragihand bo barkirina Windows 10ê lezê nekin.

 

Beriya çend rojan Pergala Computera Windowsê bernamesaziya xwe Windows 10 li çend welatan pêşkeşî bikarhêneran kir.

Her çiqasî rayedarên Windowesê derbarê Windows 10 de bibêjin wan zehmetî û sextiyên Windows 8ê derbas kirine jî, lê rayedarên Şirketa Sonyê peyamak ji muşteriyên xwe re şandin û tê de ragihandin ji bo barkirina Windows 10ê lezê nekin.

 

Rayedarên Sonyê dibêjin Windows 10 di demekê gelekî kurt de derketî û hêj baş nehatiye ceribandin û dibe ku pirsgirêkê direvirên komputire derbikevin. Ji ber vê yekê rayedarên Sonyê ji muşteriyên xwe yên ku komputera Sony Vaio bikar tînin xwest ku bila niha wê bernameyê li komputirên xwe bar nekin.

 

Karmendê Rûdawê yê teknîkê jî derbarê Windows 10ê de diyar kir, Windows 10 weke pêkhatineka Windows 7 û Windows 8ê ye û got şêwaza xwe hêsantir kiriye û di demekê gelekî kurt de vedibe.

 

Herwiha karmendê teknîkî yê Rûdawê got, regurtên bernameyê zêdetir bûne û rengên wê jî li gorî bernamyên berê ciwantir bûne.