Hewlêr (Rûdaw) – Kurdekî ji bajarê Wanê bi navê Ferhat Aslan sepaneke mobîl a ferhengê bo zimanê kurdî - tirkî amade kiriye ku niha di bazara Androidê de cihê xwe girtiye.
Piştî lêkolîneke berfireh Ferhat di “Ferhenga Kurdî” de nêzîkî 13 hezar peyv tomar kiriye û di heyama mehekê de sepana xwe li bazara Androidê belav kiriye.
Ferheng heta niha ji aliyê 1250 kesî ve hatiye daxistin.
Ferhat her çend li ser kêmasiya ferhenga xwe biaxife jî taybetmendiyeke nû li ferhenga xwe zêde kiriye ku peyveke kurdî ji bikarhênerên ferhengê re bi otomatîk tê pêşniyazkirin û bi vî awayî her roj bikarhêner dikare agahdarê zimanê xwe dibin.
Aslan derheqê ferhenga xwe de wiha got: “keç û xortên kurd zimanên din bikar tînin û roj bi roj zimanê xwe ji bîr dikin. Nebûna perwerdehiya zimanê kurdî rê li pêş pêşveçûna zimên digire ji ber vê yekê divê em zimanê xwe biparêzin. Parastina zimên jî bi rêya xwendin, axaftin û nivîsandinê pêk tê ku ferheng jî wan bicih dike.”
Ferheng bi tenê ji bo zaravaya Kurmancî ya Kurdî hatiye amadekirin û ji bo zaravayê din ên Kurdî (Soranî û Dimilî/Zazakî) jî mizgîniya sepana ferhengê hat dayîn.

Ferhat Aslan kî ye?
Di sala 1989 de li bajarê Wanê ji dayik bû. Di 6 saliyê xwe de malbata wî koçî bajarê Stenbolê kir. Di Zanîngeha Marmarayê de Beşa Mamostetiya Kompûter û Kontrolê xwend. Ji bo pêşxistina zimanê kurdî bername û sepanan amade dike.

Hûn dikarin ferhengê li ser vê lînk daxînin telofonên xwe: https://goo.gl/0i3h93
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse