Hewlêr (Rûdaw)- Dema ku wezîra derve ya Amerîka ya berê Hillary Clinton li pêşiya 1000 kesan li wîlayeta Las Vegasê di “konferansa dubare bikaranîna kanza û maedenan” de dipeyivî, jinekê kita pêlava xwe avêtiyê.
Hillary Clinton ku duh li hotêleke Las Vegasê gotarek dixwend, dema pêlav ber bi wê ve hat avêtin, hinekî xwe tewand û axaftina xwe berdewam kir û bi henekî got “Gelo hinekan tiştek avête min? Gelo ew beşek ji sêrka rojê ye?”.
Berdevkê saziya asayişa serokatiyê li Amerîka ragihand ku ew jina pêlava xwe avête Hillary Clinton ji bo merasîmê nehatibû vexwendin û zêrevanên hotêlê û çend karmendên parastina serokatiyê ew jin berî bûyerê bi çend saniyan nas kirin, lê tevî vê yekê wê karî pêlava xwe bavêje Hillary.
Jin pişt re hat girtin.
Yekemîn bûyera avêtina pêlavan ber bi serok û berpirsan ve di sala 2008an de li Iraqê bû, dema rojnamevanê iraqî Muntezer Zeydî cota pêlava xwe avête serokê Amerîka yê berê George W. Bush.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse