FETWA DAWÎN - WiFiya cîranan caîz e?

11-04-2016
RÛDAW
Nîşan WiFi Fetwa EAY
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Emîrtiya Ereban a Yekbûyî (EAY) fetwa hat dayin ku bikaranîna înterneta bêqablo ya cîranan caîz nîn e.

 

Li malpera fermî ya Serokatiya Xebatên Karûbarên Xêr û Îslamê ya EAYê di derbarê bikaranîna înterneta bêqablo ya kesekî de daxuniyek hat belavkirin.

 

Pirsek bi rêya înternetê ji wê malperê re hat şandin ku tê de tê pirsîn  “mirov bêdestûr înterneta yekî bikar bîne caîz e” û di bersivê de tê gotin ku “necaîz e.”

 

 

Herwiha di beşa “Fetwayên Modern” a wê malperê de behsa bidestûr bikaranîna înternta cîranan dike û dibêje ku ti pirsgirek nîn e gava ji cîranan destûr bê wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst