Di nîşana karsazê Wanî de bi kîloyan zêr bi bûkê ve hatin kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Şahiya nîşana karsazê Kurd ê ji Wanê Haydar Karayê wekî  Kara Haydar (Heyderê Reş) û fenomena medyaya civakî Çagla Ozê li Stenbolê hat kirin.

Merasîm li oteleke luks a Stenbolê bi beşdariyeke berfireh a mêvanan hat lidarxistin

Di şahiyê de bi kîloyan zêr li bûkê hatin kirin û van dîmenan li ser torên civakî deng veda û bala xelkê kişand.

Dîlan Polat jî beşdar bû

Gelek hunermend, karsaz û navên navdar ên medyaya magazinê ya Tirkiyeyê beşdarî nîşana Haydar Kara û Çagla Ozê bûn.

Fenomena navdar Dîlan Polat û makyozê navdar Mustafa Aktaş jî di nav mêvanên taybet ên vê şahiyê de bûn.

Dîmen û wêneyên merasîmê di demeke kurt de di medyaya Tirkiyeyê de deng veda û bû rojeva medyaya civakî.

Bi stranên Kurdî û Tirkî govend gerandin

Di vîdeoyên ku hatine belavkirin de tê dîtin ku mêvan di dema xelatkirinê de bi kîloyan zêr bi bûkê ve dikin.

Vîdeoyên zêrên bûkê li torên civakî bi milyonan caran hatin dîtin.

Şahiyê heta derengiya şevê berdewam kir û mêvanan li ber stranên Kurdî û Tirkî kêf û şahî kirin.