Chalak Eventsa çalakiya sêva mêxekrêj saz dike

Stenbol (Rûdaw) - Chalak Eventsa ku di sala 2017an de ji aliyê ciwanan xwendekar ve hat sazkirin bê navber çalakiyên xwe li dar dixe. Ev car 14ê Sibatê roja pêncşemê bi minasebeta "Valentines Day / Roja Dildaran" li Şevîn Cafeya li Beyogluyê atolyeya Sêva Mêxekrêj li dar dixe.

 

Di 14ê sibata roja sembolîk de dê kesên beşdarî atolyeyê bibin sêva mêxekrêj ku bi sedsalan e di çanda Kurdan de heye çêkin.


Atolye dê bi nîvro saet di 12.00an de dest pê bike û heta saet 20.00ê dewam bike. Mêxandina sêvekê heta du saetan dom dike, di nav bera van saetan de her kes bi dilê xwe ye çi çaxî tê.


Herwiha wê rojê li atolyeyê dê ji saet 16.00an pê ve heta dawiyê 4 muzîkjen bi enstrumantelî muzîkên xwe çêkin, Dîlan Yeşîlyaprak bi darbûkayê, Sarah Atkinsonbi çelloyê, Kajîn Dara bi sentûrê û Bêrîtan Kalbîşenbi flûtê beşdar dibin. Digel performansên tekane dê her çar hunermend bi hev re jî çend performansan pêşkêşî me bikin.




Sêva Mêxekrêj bi sedsalî xera nabe, bêhna xwe tim diparêze. Sêva Mêxekrêj ku çandeke pir kevn e tê wateya evîn û aştiyê.


Dema kesek evîndar dibe û nikare vê bîne ziman sêva mêxekrêj çê dike û wek nîşana evîna xwe jê re dişîne. Du kes an du evîndar dema dixeyidin yek ji wan ji bo li hev werin sêva mêxekrêj çê dike û diyarî dike. Ev  proje li Herêma Kurdistanê ji aliyê Desteya Giştî ya Geşyariyê ve cara yekem wek sembol û diyariya Kurdewarî hatiye pejirandin.