Jina ku pêlava xwe avêtibû Hillary Clinton hat berdan

 

Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsên amerîkî ragihandin ku ew jina pêlava xwe avête wezîra derve ya Amerîka ya berê Hillary Clinton, serbest hat berdan.

Berdevkê ofîsa dozgerê giştî li Clark County, Tess Driver got ku Allison Ernst (36) piştî ku sozeke fermî da, hat azadkirin.

Driver diyar kir ku Ernst bi tometeke fermî nehate tometbarkirin, lê ewê di 24ê hezîranê de were pêşberê dadgehê.

Dema ku wezîra derve ya Amerîka ya berê Hillary Clinton li pêşiya 1000 kesan li wîlayeta Las Vegasê di “konferansa dubare bikaranîna kanza û maedenan” de dipeyivî, jinekê kita pêlava xwe avêtiyê.

Hillary Clinton ku roja pêncşemê li hotêleke Las Vegasê gotarek dixwend, dema pêlav ber bi wê ve hat avêtin, hinekî xwe tewand û axaftina xwe berdewam kir û bi henekî got “Gelo hinekan tiştek avête min? Gelo ew beşek ji sêrka rojê ye?”.

Berdevkê saziya asayişa serokatiyê li Amerîka ragihand ku ew jina pêlava xwe avête Hillary Clinton ji bo merasîmê nehatibû vexwendin û zêrevanên hotêlê û çend karmendên parastina serokatiyê ew jin berî bûyerê bi çend saniyan nas kirin, lê tevî vê yekê wê karî pêlava xwe bavêje Hillary.