Kardashian kurd bi komkujiya ermeniyan tohmetbar kir!

Hewlêr (Rûdaw) – Xûşka stêrka navdar a Amerîkî-Ermenî Kîm Kardashian, Khole Kardashian îdia kir ku di komkujiya ermeniyan a sala 1915ê de kurd jî beşdar bûne.

 

Bi helkefta 100emîn salvegera komkujiya ermeniyan, malbata stêrka navdar a Amerîkî-Ermenî, Kîma Kardashian çû Ermenistanê.

 

Xûşka Kîmê ya bi navê Khole Kardashian li ser rûpela xwe ya Facebookê behsa serdana Ermenistanê û komkujiya ermeniyan a sala 1915ê kiriye û wiha gotiye:

 

“Me serdana Ermenistana Dayîk kir. Ermensitan sembola aştiyê ye. Li vir jinan çek hildabûn ji bo ku di şerê hêzên Tirk û milîsên Kurd de alîkariya mêrên xwe bikin…”

 

Malbata Kardashian ji aliyê Serokezîrê Ermenistanê Hovîk Abrahamyan ve hat pêşwazîkirin.