Tirkiye û Yunanistan li ser şorbeyekê bi hev ketine

Hewlêr (Rûdaw) - Nakokiyeke nû ya dîrokî û çandî di navbera Yûnanistan û Tirkiyeyê de derketiye holê lê vê carê krîz ne li ser sînoran e, li ser şorbeyekê ye.

Mijara vê nîqaşê ew şorbe ye ku Yunan wekî "Patsa" û Tirk jî wekî "Îşkembe" bi nav dikin.

Daxwaz ji UNESCOyê kirin

Xwediyê xwaringehekê yê li bajarê Selanîkê yê Yynanistanê ji UNESCOyê xwest ku wê şorbeyê wekî xwarineke resen a Yunanî qeyd bike.

Xwediyê xwaringehê Dimitris Tsaroxas li ser dîroka şorbeyê axivî û got:

"Me di dîrokê de çend çavkanî dîtine. Di Odîseya Homeros de, dema kuştina daxwazkarên Penelopê û di wê şîva ku ji bo wan hatibû amadekirin de, amajeyeke eşkere bi şorbeya Patsayê tê kirin.

Li wir behsa 'zikê tije ji bez û xwînê' tê kirin.

Ev jî vê pirsê derdixe pêş: Eger ev ne şorbeya Patsayê be, naxwe çi ye?"

Ew şorbe ji zik û lingên çêlekan tê çêkirin. Her wiha sîr, zerika hêkê, ard û ava lîmonê jî tevlî wê dikin.

Ew xwarin li cem Yunanan wekî dermanê herî baş ê ji bo êşa zik û serêşiya piştî vexwarina alkolê tê dîtin.

"Ev dizîna mîrasê ye"

Ev hewldana Yunanistanê, li Tirkiyeyê rastî bertekên tund hat.

Tirk wiha difikirin ku ev yek "dizîna mîrasê" ye.

Ew dibêjin ku di destê wan de belgeyên dîrokî hene ku ew xwediyê şorbeyê ne.

Xwediyê xwaringehê Alî Turkmen bertek nîşan da û anî zimên:

"Wekî baqlawayê û gelek tiştên din, Yunanistan dixwaze vê jî ji bo xwe bibe û bibêje ku ya me ye.

Lê xuya ye dê ji bo wan zehmet be ku tiştekî me ji bo xwe bibin çimkî ev bi sedsalan e ku beşeke sereke ya çanda me ye.

 Îşkembe xwarineke taybet a Tirkan e."

Ev ne cara yekem e ku nakokiyeke bi vî rengî di navbera Atîna û Enqereyê de derdikeve.

Berê jî li ser qehwe, baqlawa û cacixê di navbera her du welatan de gengeşe û şerê devkî çêbûbû.