Kûçikê herî dirêj mir
Kûçikê herî dirêj Zeus, li mala xwe ya li eyaleta Michigana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), berî 6emîn rojbûna wî çend roj mayîn, mir. Giraniya Zeus 70 kîlo bû û dema li ser du lingan disekinî digihîşt 2. 25 santîman. Zeus bi “navê kûçikê herî dirêj ê cîhanê” ketibû Pirtûka Rekoran a Guinnessê.