Koçbereke Sûrî li Filîpînê weke şaciwan hat hilbijartin
Hewlêr (Rûdaw) - Keçeke penaber a Sûrî bû şaciwana Fîlîpîn ya sala 2021ê.
Li gor rojnameya Fîlîpînî Manêla, keçe Sûrî Naîle El Şerbecî, ya 23 salî, 67 kandîdên şahciwaniyê li pey xwe hîştin û taca şahciwaniyê ya wî welatî da ser serê xwe.
Naîle El Şerbecî, dê ji bo şaciwaniya cîhanê ya sala 2021 nûnertiya Fîlîpînê bike.
Naîle li Sûiyê ji dayîk bû ye, berî 10 salan tevî malbata xwe koçberî Fîlîpînê bûbû, li wî welatî hem weke modelîst kar dike hem jî di warê eqaratan de reklaman dike.
Herwiha Naîle El Şerbecî di sala 2017an de jî berbijêr bû, lê di rêza 4 de cih girtibû.