Bi hezaran kes li Qada Timesê kom bûn

 

Navenda Nûçeyan- Di çarcoveya Festivala Santacon de bi hezaran kesan cilê “Kalikê Noel” li xwe kirin daketin Qada Timesê.

 

Ev çalakî cara yekemîn sala 1994an li eyaleta Californiya ya Amerîkayê hatibû lidarxistin.

 

Kesên ku beşdarî çalakiya Noel bûn ligel xwe leyîstok û şekrok jî biribûn da ku bidin zarokan.

 

Çalakvanan ji xeynî cilên Kalikê Noel, kincên xezalan jî li xwe kiribûn. Çalakvanan paşê jî wêneyên komî kişandin.