Çanda kurdên êzidî li New Yorkê hat ecibandin

Navenda Nûçeyan - Modakar Numan Ataker bi marqeya John Paul Ataker, beşdarî Hefteya Modê ya New Yorkê bû û cil û bergên ku şibandine cil û bergên jinên kurdên êzidî bi defîleyekî pêşkêş kir.


Cara sêyem e ku Numan Ataker bi marqeya John Paul Ataker beşdarî Hefteya Modeyê ya New Yorkê dibe. Ataker bi defîleya cil û bergên ku şibande cil û bergên jinên kurdên êzdî bala mirovan kişand û cil û bergên ku çêkir, pir hatin ecibandin.




Gelek navdarên amerîkayî cil û bergên marqeya John Paul li xwe dikin. Ataker koleksiyona xwe ya payîz-zivistana 2017-2018an li Hefteya Modeyê ya New Yorkê da nasîn.

Ataker behsa sêwirandina cil û bergên jinên kurdî êzdî kir û wiha got: "Hin çand êdî ber bi jibîrkirinê ve diçin. Çanda êzidiyan jî yek ji wan e. Min xwest ku ez der heqê êzidiyan da tiştekî çêkim."

Kesên defîle temaşe kirin, pir ecibandin.