Stranbêjekî sûrî tevlî merasîma zewaca Prensê Swêdê bû
Hewlêr (Rûdaw) - Di şahiya zewaca Prensê Swêdê Carl Philip de, malbata şahê wî welatî stranbêjê sûrî Salim Feqîr vexwende şahiya zewacê.
Stranbêj Salim Feqîr stranên xwe di şahiya zewacê de gotin û kêfa bûk û zavê jî anî.
Merasîma zewaca Prensê Swêdê gelekî balkêş derbas bû.
Di şahiyê de, ji gelek welatan prens, prenses, kesayetî beşdar bûn.
Prensesa nû ya Swêdê mankêneke berê ya cil û bergan e, temenê wê 30 sal in û jineke ne ji malbateke naskirî ye.
Piştî bi sedan salan, cara yekemîn jineke ne ji malbateke şah, dibe prensesa Swêdê.