Li Ewropayê ciwan êdî berê xwe didin bîraya bêalkol

Hewlêr (Rûdaw) - Li welatên Ewropayê vexwarina bîrayê bi awayekî berbiçav kêm bûye û beşeke zêde ya xelkê, bi taybetî jî ciwan, berê xwe didin vexwarina bîraya bêalkol.

Li gorî amarên nû, tenê li Almanyayê rêjeya vexwarina bîrayê ya ji bo her kesekî ya di salekê de daketiye 48 lîtreyan.

Ev yek di demekê de ye ku sala 2020î ew rêje 63 lître bû û di salên nodî yên sedsala borî de gihîştibû 90 lîtreyan.

Ciwanên Almanyayê destnîşan dikin ku şêwaza jiyana wan guheriye.

Welatiyekî Alman li ser vê guherînê got:

"Hîn temenê min nebûye 18 sal, ji ber vê yekê ez zêde venaxwim lê di van demên dawî de ciwan kêmtir vedixwin û em zêdetir ji bîraya bêalkol hez dikin."

Li Slovakya û Çekyayê jî heman rewş heye

Ev guherîn ne tenê li Almanyayê ye, li welatên din ên wekî Slovakya û Çekyayê jî heman diyarde tê dîtin.

Ji bo ku bazarên xwe ji dest nedin, gelek ji kargehên hilberîna bîrayê yên li Slovakyayê niha zêdetir girîngiyê didin çêkirina bîraya bêalkol.

Li Komara Çekyayê ya ku wekî yek ji navendên sereke yên bîrayê yên li cîhanê tê dîtin, sala borî rêjeya vexwarina bîrayê li gorî sala berê zêdetirî ji sedî 3yan daketiye.

Welatiyekî Çekyayî got, "Havînan dibe ku ez hefteyê du caran bîraya bêalkol vexwim."

Li gorî raporan, tevgera kiryaran jî guheriye.

Xelk kêmtir li bar û cihên giştî vedixwe û zêdetir tercîh dikin ku li malên xwe kêfê ji vexwarinên xwe wergirin.

Tevî vê daketina berdewam jî, Çekyayî li ser asta cîhanê di rêza yekem a vexwarina bîrayê de mane û rêjeya vexwarina salane ya her kesekî digihîje zêdetirî 120 lîtreyan.