Di Eurovisionê de Bulgaristan bû yekem û Îsraîl bû duyem

Hewlêr (Rûdaw) - Di fînala Pêşbirka Stranan a Eurovisionê ya 2026an de ku 5 welatan ji ber beşdarbûna Îsraîlê ew boykot kiribû, Bulgaristan bi ser ket.

Her wiha Îsraîl jî bû duyemîn.

Fînala 70yemîn a Pêşbirka Stranan a Eurovisionê îsal li Viyanaya paytexta Awisturyayê hat lidarxistin.

Fînala pêşbirkê li salona Wiener Stadthalleyê hat organîzekirin.

Di fînalê de stranbêjê Îsraîlî Noam Bettan di rêza 3yan de derket ser dikê.

Stranbêjê Îsraîlî bi alayên Filistînê yên ji aliyê temaşevanan ve hatibûn vekirin hat protestokirin.

5 welatan boykot kir

Spanya, Slovenya, Holenda, Îzlanda û Îrlandayê ji bo protestokirina beşdarbûna Îsraîlê îsal beşdarî pêşbirkê nebûn.

Bulgaristan bi ser ket

Di fînala pêşbirkê de bi rêzê Danîmarka, Almanya, Îsraîl, Belçîka, Albanya, Yunanistan, Ukrayna, Awistralya, Sirbistan, Malta, Çekya, Bulgaristan, Xirwatistan, Brîtanya, Fransa, Moldova, Fînlanda, Polonya, Lîtvanya, Swêd, Komara Qibrisê, Îtalya, Norwec, Romanya û Awisturya derketin ser dikê.

Di encama dengên jurî û temaşevanan de nûnera Bulgaristanê bi strana xwe ya bi navê "Bangaranga" 516 puan standin û bû yekem.

Îsraîl bi 343 puanan bû duyem û Romanya jî bi 296 puanan di rêza sêyem de cih girt.