Li valahiya esman çi dibe? Çawa cemserên cîhanê li esman dijayetiya hev dikin?
Hewlêr (Rûdaw) - Ev heyva destkar a Sputink e. Sala 1957an ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ya wê demê ve bo valahiya ezman hate şandin .
Li vê derê mirov bo cara yekem perde li ser nihîniyên derveyî hesareya zeviyê hilanî û rikaberiya valahiya esman destpê kir.
Niha ku 66 sal bi ser wê werçerxana zanistî de derbas bûne, 8 hezar û 261 heyvên destkar li valahiya esman û medarê zeviyê ne.
Ji wê hejmarê 4 hezar û 852 dane di çalakiyê de ne û pêywendiya wan a rasterast ligel zeviyê heye.
Amerîka bi hildana 3.449 heyvên destkar, Çîn bi 541ê, Rûsya bi 172 û Hind bi 150 daneyan, xwedî bêhtirîn in û di vî warî de herî serkeftî ne.
Ew dimînin, ji aliyê bêhtir ji 76 welatên cîhanê ve bo valahiya esman hatine şandin.
Lê ger û rikaberî ji bo dîtina bêhtir ji valahiya ezman ne tenê di şandina destkar de maye.
Amerîka, Rûsya û Çînê dest bi şandina mirov, robot, teleskopan bo derveyî zeviyê û ser heyvê û hesareyan kiriye.
Amerîka heta niha du caran bi serkeftî, mirov şandine ser heyvê û nêzîkî 350 ezmanvan û welatiyên Amerîkî jî şandine valahiya ezman.
Herwiha 9 caran li ser Merîxê û carekê jî li ser venusê veniştiye û 10 teliskop şandine valahiya ezman.
Dûrtirîn mewda jî ku gihiştibê 24 milyar kîlometre ye ji zeviyê bi rêya keşta Voyecer 1.
Her çiqasî NASA bi wan rekorên bi navê xwe tomar kirine di pêşenga rikaberiya valahiya ezmanî de ye, hewla birêveçûna bêhtir ji zanistê û teknolojyaya valahiyê dide.
Artemîs nûtirîn û firehtirîn projeya ezmanî ya Ajansa NASA ye, ku weke ew dibêje, armanca wê ya sereke ji şandina mirov bo ser heyvê û piştre geştkirina bi Merîxê pêk tê.
Serokê NASAyê Bill Nelson anî ziman, “Dema bi Space Shuttle Frame berî 37 salan çûn, min zanîbû em vedigerine ser heyvê, lê me nizanîbû çawa û kengî. Aniha em vedigerin, ne ku tenê bo çûna ser heyvê. Em vedigerin ji bo fêrbûnê, ji bo jiyanê, ji bo dahênanê, ji bo avakirinê, heta em bikaribin dûrtir herin, em ê herin ser Merîxê û piştre bêhtir jî, ligel mirovan.”
Artemîs ji bilî Ajansa NASA, 24 ajansên valahiya ezman a welatan û 5 kompanyayên herî mezin ên ezmanî yên Amerîka jê hevbeşiyê tê de dikin.
Heta niha 40 milyar dolar tê de hatiye xerckirin û heta 2025an têçûya wê digihêje 93 milyar dolarî û ji pênc qonaxên sereke pêk tê.
Qonaxên Artemîsî ev in:
Mijdara 2022an NASA keştiya xwe bi bê sernişîn şande medara heyvê, da ji karîna keştiyê ya Oryon piştrast bibe.
2024an, wêstgeheke valahiya ezman li medara heyvê bicih dike û heman salê keştiyekê bi 3 sernişînan bo gera li dora heyvê dişîne û vedigere bo ser zeviyê.
2025an, 4 keştiyan dişîne wêstgeha valahiyê ya medara heyvê û ji wê derê jî du ji keştîvanan heta dema 6 roj û nîvan dişîne ser heyvê.
2028an, 4 keştîvanên din û keresteyên bicihkirina mirovan li ser heyvê dişîne wêstgeha valahiyê ya medara heyvê û bo cara duyem li ser heyvê vedinîşe.
2029an, çar keştiyên din dişîne wêstgeha valahiyê ya medara heyvê û bo cara sêyem li ser heyvê vedinîşe.
Wêstgeha valahiya ezmanî ya Tiangong a Çînê ye, temenê wê wêstgehê tenê 2 sal e û rikaberiya tund di navbera Çîn û Amerîka de palnera dirustkirina wê bû. Ew jî piştî biryara Kongiresa Amerîkayê ji bo derkirina Çînê ji wêstgeha navdewletî ya valahiya ezman sala 2011an.
Tiangong , Çîn kir duyem welat di cîhanê de ku xwedî wêstgeheke valahiya ezmanî ye.
Her çiqasî Çîn ji 1965an ve dest bi programa valahiya ezmanî kiriye, lê ji sedsala borî ve, destkeftiyên wê ne di astekê de bûn ku rikaberiya Amerîka û Rûsyayê bikin, êdî di 20 salên borî de bi giştî û bi taybetîtir di 5 salên dawî de, Çîn programa xwe bi lez ber bi pêş ve dibe ku cihê sersorman û nîgeraniya Amerîka, welatên Ewropayê û Rûsyayê be jî. Şandina wêstgeha valahiyê ya Tiangong bo valahiya ezmanî nimûneyeke wê pêşketinê ye ku bazeke wiha ya rikaberiyê da Çînê, li pêşiya rûsyayê xist û ji amerîka jî nêzîk kir.
Ji 2016 heta 2022, Çînê 271 geşt bo valahiya ezman ji bo erkên corbicor kirine. Plana wê jî wiha ye, îsal 70 geştan bo valahiya ezman bike.
Ev yek ji bilî dehên programên valahiyê yên din ku dema biencamgihandina wan nagihêje 2030.
Ew erkên zehmet ên Çînê di kêmtir ji 10 salan de, li valahiya ezman kirine, beşek ji planên wê yên dahatû ev in:
2013, yekem car bû, keştiyek ser heyvê û bû sêyem welat piştî Amerîka û Rûsya li ser heyvê veniştiye.
2020, programa Çange 5 a Çînê bo cara duyem keştiya Çînî şandiye ser heyvê û nimûneya kevirê ser heyvê vegerandiye ser zeviyê.
2020, Çînê dikarîbû sîstema şûndîtinê ya teybet bi xwe ku cîgira sîstema GPS a Amerîkî ya bi navê Boydo bicih bike.
2021, Çîn bû sêyem welat piştî Amerîka û Rûsyayê, tenekî robotî bişîne ser rûyê Merîxê û wêneyê wê hesareyê bigire.
2022 Çîn şeş geşt bo wêstgeha valahî ya Tiangong kirin.
2023, Çîn teliskoba Gentian dişîne valahiya ezman ku mezintirîna Asya ye û ji teliskoba Ameîrkî Hebil xurtir e.
2026, Çîn teliskoba radyoyî ya Hong – Ming ji bo lêkolînê dişîne medara heyvê.
Çîn bi wan erkan ranewestiyaye û niha plana wê ya şandina mirovan bo ser heyvê heye û li gorî Ajansa Ezmanî ya Niştimanî ya Çînê, vî erkî destpê kiriye.
Berdevgkê Ajansa Çînî ya Şandina Mirovan Bo Valahiya Ezman Lîn Şîkyang anî ziman, “Dest bi projeya Çînê ji bo şandina mirovan bo ser heyvê û gerê tê de, hatiye kirin. Armanc bi têkra, şandina yekem geşta Çînê ye bo ser rûyê heyvê berî sala 2030 û lêkolîna zanistî ya ser heyvê û ezmûnkirina teknîkî û teknolojyî ya li ser heyvê.”
Ev jî dîmenên binkeya valahiya ezmanî ya Ajansa Roskosmos a Rûsî ne li Kazaxistanê. Mûşeka Siyoz kapsûlekê ji bo wêstgeha navdewletî ya valahiya ezman dişîne.
Ev yek ji wê hejmara kêm a geştên valahiya ezmanî ya Rûsyayê ye, ku sê sal in, negihiştiye 30 daneyê û di 2022yan de budceyaterxankirî ji bo Ajansa Roskosmos kêmtir ji 3 milyar dolarî bû.
Nemana hevahengiyê di navbera NASA û Roskosmos bi sedema gihiştina bi rêyeke girtî ji girjiyên Waşinton û Moskoyê, dorpêçên abûrî yên ser Kremlinê û şerê wê ligel Ukraynayê sedemên sereke yên wê kêmbûnê ne.
Lê Rûsya hêj hewla mana wê rikaberiyê dide. Roskosmos ragihandiye, berî sala 2030 wêstgeheke valahiya ezmanî ya taybet bi Rûsya li medara zeviyê bicih bike, ji ber ku êdî li wêstgeha navdewletî ya valahiya ezman namîne.
Her wiha, biryar e 17yê Tîrmeha îsal keştiya Lona 25 bişîne ser heyvê, ku ew jî rê ji bo Rûsyayê xweş dike mirovan bişîne ser heyvê.
Serokê Roskosmos Yurî Borisov got, “Dem nemaye û em nikarin şandina ezmanvana di ti rewşekê de rawestînin. Aniha nexşesazî û şêwazê û gavên dirustkirina wêstgeheke valahiya ezmanî ya Rûsya li ber destê me ye. Di dema bê de ez ê gavên wê yên dawî ji we re bibêjim.”
Rikaberîkirin di ber bi pêşbirina programên valahiya ezmanî de, ne tenê di navbera wan sê zilhêzên cîhanê de ye, lê belê bêhtir ji 80 welatên din ên cîhanê, ajansên wan ên valahiya ezmanî hene û hewla pêşketina bêhtir di zanista valahiyê de didin.
Ew jî bi eşkere rijdî li ser tê kirin, dabeşbûna zeviyê li ser du cemserên siyasî û abûrî li dijî hev ên rojhilat û rojava, program û projeyên valahiya ezmanî ya wan jî bi qasî dûriya stêran ji hev cuda kirine.
Aniha ne ku hevahengî ji bo vekirina girêka aloz a zanistê ber bi kêmbûnê ve diçe lê belê welatên pêşketî tometa êrîşa sîber û hewldan ji bo birîna pêwendiyên heyvên destkar arasteyî neyarên xwe dikin.