Li Mûşê bo xwendekaran konserek hat sazkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Muşê xwendekarên lîseyê konsêrtek bo bidawîhatina qonaxa xwendinê bi stran u govendên Kurdî  saz kirin. Wan xwest berî ezmûnên zanîngehê,  stresa xwe kêm bikin û bi moraleke bilind biçin nav ezmunan.

Îro 17ê Hezîranê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ezmûna zanîngehê dest pê kiriye û wê sibê ev proseya ezmûnan bidawî bibe.  Zêdetir ji 3 milyon û nîv xwendekarên lîseyê beşdarî ezmûnê dibin.

Xwendekarên lîseyê yên li parêzgeha Mûşê di ahengekê de ligel stranên Kurdî govend gerandin.

Xwendekaran xwestr ku berî ezmûnên zanîngehê yên dawiya vê hefteya, stresa xwe kêm bikin û bi moraleke baştir bikevin ezmûnê.

Xwendekar Nurgul Savaş dibêje: “Min li Mûşê xwend û xwe ji bo ezmûnê amade kir. Bi saya vê çalakiyê ku şaredariya me saz kir, me stresa xwe kêm kir. Bi moraleke baştir diçin ezmûnê.”

Wekîlê Şaredarê Mûşê dibêje, berî ezmûna zanîngehê ev konser bo kêmkirina stresa xwendekaran handaneke baş e.

Wekîlê Şaredarê Mûşê Aydin Ozarslan got: “Weke tê zanîn dawiya vê hefteyê ezmûna zanîngehê heye. Me jî li bajarê xwe bi armanca moral û motîvasyonê bo xwendekaran, bi beşdariya hunermendên xwecihî konserek saz kir. Hêvî dikim ku me hinekî stresa xwendekaran kêm kiribe.”

Îro Şemiyê 17ê Hezîranê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ezmûna zanîngehê dest pê kir û sibe 18ê Hezîranê bi dawî dibe.

Zêdetir ji 3 milyon û nîv xwendekarên lîseyê beşdarî ezmûnê dibin.