Modela navdar Qendîl Belûç hat kuştin

Navenda Nûçeyan – Modela navdar a Pakistanî Qendîl Belûç ku li ser torên civakî gelek navdar bû û navê ‘Kîm Kardaşiyanê Pakistanê’ lê hatibê kirin, ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin.

 

Qendîl Belûç (Qandeel Balouch, keça Pakistanî ya 26 salî ku ji ber belavkirina wêne û vîdyoyên balkêş di torên civakî de gelek navdar bû û li Pakistanê weke stêrkê dihat naskirin, bi destê birayê xwe hat kuştin.

 

Polîsê Pakistanê ragihand ku Belûçî ji aliyê birayê xwe ve hatiye xeniqandin.

 

Li gorî daxuyaniya Polîsê Pakistanê,Qendîl Belûç roja înê ji aliyê birayê xwe ve hatiye xeniqandin û derengiya roja şemiyê 16ê Tîrmehê jî termê wê ji aliyê hêzên polîs ve hatiye dîtin.

 

Medyayên Pakistanê belav kirine, ku Qendîl çend caran ji aliyê birayê xwe ve hatibû tehdîdkirin, ku êdî wêneyên nîvrût (nîvtazî) li ser torên civakî belav neke.

 

Li gorî wan zanyariyên, birayê wê modela navdar a Pakistanî gef li xwîşka xwe xwaribû, ku eger li ser belavkirina wêneyên xwe berdewam be, dê wê bikuje.

 

Hin medyayên wî welatî jî ragihandine, ku hêzên polîs birayê wê modelê girtine û wî tawana xwe qebûl kiriye, lê gotiye dema ku wî xwîşka xwe xeniqandiye, serxweş bûye.