Nizimtirîn otomobîl li Îtalyayê hat çêkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Îtalyayê kesên ku cara ewil otomobîla herî nizim a li ser asta cîhanê dibînin, matmayî dimînin ku ji aliyê kanaleke Youtube ve hatiye çêkirin. Otomobîl wisa xuye dike ku weke ew ji lîstikek komputerê derketiye.

Li bajarê Bologanayê yê Îtalyayê ji aliyê kanala Youtube ya bi navê Carmagheddon li ser asta cîhanê otomobîla herî nizim çêkiriye.

Gelek kesan bawer nedikir otomobîla ku bi erdê re bûye yek, dikare piçe pêş yan paş ve biçe. Lê dema bi rêyan de çû, gomana xelkê ji şiyanên wan sê ciwananên ku otomobîl çêkirine nema.

Endamê Carmagheddonê Rudi Cocchi dibêje: “Fikra nizimtirîn otomobîla cîhanê ji wê yekê despê kir ku em tiştekê çêkin tenê be. Armanca me ew bo tiştek bê mînak be.”

Ji dûr ve mirov dibêjî qey otomobîlek jêr avî yan jî nîvê wê dibin erdê de derbas dibe. Lê ew otomobîl li ser hesabê ku dê rêwiyên xwe tunebin ew qas hatiye biçûkkirin, tenê cihê şofêr hebe.  Herwiha dema şofêr jî her cara siwar dibe yan dadikeve gelek zehmetiyan dikişîne û xwihdanek zêde dide.

Endamê Carmagheddon Matteo Marzetti jî got: “Karê me yê yekem peydakirina parçeyê banê otomobîlê bû. Me ji Bortolotî ya hevbeşê xwe daxwaz kir û ev Panda bi vî regê xwe yê ciwan ji me re peyda kirin. Me otomobîl li ser xetên Fiat Panda birî.”

Ew otomobîl despêkê egzoza wê di nav de bû, dûmana wê rondik ji çavê şofêr dibarandin, lê berî pêşandanê, egzoza wê dirêjkirin û xwe ji lomeyên xelkê parastin.

Carmagheddon grupek sê kesî ye, dahênanê di warê otomobîlan de dikin bo bînerên xwe yên li ser torên civakî keyfxweş bikin.