Mînaka kevnoşopiya çanda Kurdan: Lîstika 'Kosegelî'

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Moca li navçeya Bêgir a ser bi parêzgeha Wan a Bakurê Kurdistanê, welatî amadekariyan ji bo lîstika Kosegelî dikin. Lîstika Kosegelî cureyekî şanoya civakî ye. Kose jî lehengê vê lîstikê ye. Di lîstikê de "Kose" cil û bergên ku ji hirî û giya hatine çêkirin li xwe dike û bi hevjîna xwe re mal bi mal digere.

Sabri Ebrem, Muxtar, dibêje, “Kose tê wateya dema zayîna mihan. Di dema zayîna mihan de kose mal bi mal tê gerandin. Dema Kose digere, heval bûkê direvînin. Wê demê kose li wan dide.”

Kose ji malan çend berhemên xorakê û pereyan berhev dike. Dema ew li malan digere çend kes jina kose direvînin û tiştên ku  ji malan berhev kirine didizin. Lê piştî ku lîstik bi dawî bû, tiştên hatine berhevkirin, ji wan tên stendin û li ser malbatên kêmdahat tên dabeşkirin.

Sabri Ebrem, Muxtar, dibêje, “Kose ji malan, çay, şekir û ard kom dike. dema ew li cihekê tên komkirin, bi şev piştî ku hertiş qediya wan dikin helwa û li ser heval û malbatên feqîr belav dikin.”

Welatî piştî lîstikê stranên Kurdî dibêjin û govendan digêrin.

Lîstika kosegelî bi sedan salan di nav çanda Kurdî de hebûna xwe parastiye, lê di van salên dawî de ji aliyê nifşên nû ve pir nayê lîstin û rûbirûyê metirsiya jibîrkirinê ye.