Elon Musk: Piştî 20 salan dê kes neçarî xebatê nebe

Hewlêr (Rûdaw) - Milyarderê mezin ê Amerîkayê Elon Musk pêşbînî dike ku ji ber hişê çêkirî û dahênanên teknolojîk, di nava 20 salên bê de kar dê bibe tiştekî vebijarkî û ne mecbûrî.

Birêvebirê Teslayê û xwediyê tora civakî ya Xê Elon Musk li ser bandora robotan a li ser hêza kar got, "Xebat dê wekî werzişê, lîstikên vîdeoyê an tiştekî wisa be.

Wekî ku hûn dikarin biçin dikanê û sebzeyan bikirin, hûn dikarin sebzeyan li baxçeyê pişta mala xwe jî biçînin.

Çandina sebzeyan li baxçeyê we gelekî zehmettir e lê hinek kes hîn jî wiha dikin, çimkî ji çandina sebzeyan hez dikin."

Musk da zanîn, ji bo ku civak bigihêje wê qonaxê rêyeke dûr û dirêj li pêş e lê wî zêdetir hûrgilî li ser wê yekê nedan ku ew gav çi ne û karên kîjan pîşeyan dikarin werin otomatîkkirin.

Musk demeke dirêj e ku alîgirê hişê çêkirî ye, hevdamêzirênerê Şirketa OpenAIyê ye û piştî kirîna platforma Xê, hişê çêkirî yê bi navê "Grok" jî çêkir.

Elon Musk û Birêvebirê Nvidiayê Jensen Huang, li gel Wezîrê Pêywendî û Teknolojiya Zanyariyê yê Erebistana Siûdî Ebdullah Sewaha, li Navenda Kennedyyê ya li Washingtona DCyê, behsa hişê çêkirî û paşeroja teknolojiyê kirin.

Ev daxuyanî rojekê piştî wê yekê hat dayîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman pêşwazî kiribû.

Wan li ser veberhênanê gotûbêj kiribû û xwarinek xwaribû ku Musk û Huang jî beşdar bûn.