Şaciwana ermanî: Ez amademe alîkariyê bikim
Dubaî (Rûdaw) – Şaciwana 2016 a Milenyuma Ermenistanê Rippy Sargsyan got, ew amadeye bi Şaciwana Kurdistanê Jalya Sîrwan re projeyekê alîkariyê bi awayekê hevbeş pêk bînin.
Şaciwana ermenî li Dubaiyê Rippy Sargsyan ji Rûdawê re ragihand ku wê heta niha çend caran alîkariya koçberên kurd kiriye.
Rippy Sargsyan wiha got: “Ez serkeftinê ji Şaciwana Kurdistanê re dixwazim. Ez bi xwe wê nas nakim lê ez amademe alîkariya wê bikim. Em dikarin bi hev re prokeyekê amade bikin.”
Li Hewlêrê 6ê Cotmeha îsal rêwresma hilbijartina Şaciwana Kurdistanê hat sazkirin û di nav 11 ciwanan de Jalya Sîrwan weke “Şaciwana Kurdistanê ya sala 2016ê” hate hilbijartin.
Derbarê jiyana xwe de jî Sargsyan wiha got: “Dergistiya min tine. Di peywendiyên min de yek rêbaza min heye: Mirov girîngiyê bi pere, temen, ol û ciwaniyê nede û giramiyê bide hev. Ezê bi kesekî hez min bike û hurmetê bide min re bizewicim.”