Garisfiroşê Kurd bû fenomen: Turîst ji bo wî diçin Stenbolê
Stenbol (Rûdaw) - Garisfiroşê Kurd ê bedew li Stenbolê bûye sembola geştyariyê.
Ciwanê Kurd ê 25 salî Alper Temelê ku ji Agiriyê ye, li ser medyaya civakî wekî "garisfiroş û kestanefiroşê bedew" tê naskirin.
Ew li cîhanê û li ser torên civakî bûye fenomen û trend. Heyranên wî ji bo ku pê re wêneyan bigirin û selfiyê bikişînin, li ber dezgeha wî dikevin rêzê.
Dîmenên wî li ser medyaya civakî belav bûn bû sembol
Fenomenê Kurd Alper, li herêma geştyariyê Karakoyê ya Stenbolê, bi birayê xwe Mezlûm re ev 8 sal in karê bavê xwe garisfiroşiyê dike.
Înfluencereke Rûsî beriya 4-5 mehan dema diçe Stenbolê rastî Alper tê û dîmenên wî parve dike.
Li ser vê yekê, Alper bi bedewî û qeşengiya xwe roj bi roj zêdetir bala geştyaran dikişîne.
Ev hemû rêz, qelebalixî, coş û xiroş û kelecanî ne ji bo lîstikvan, hunermend û kesekî pir navdar e lê ji bo ciwanekî Kurd ê garisfiroş e ku li cîhanê li ser torên civakî bûye fenomen û trend.
Garisfiroşê Kurd ê navdar Alper Temel ji Rûdawê re axivî û wiha behsa çîroka navdarbûna xwe kir:
"Navê min Alper Temel e. Ez 25 salî me û ji bajarê Agiriyê me. Ev 7-8 sal in ku ez vî karî dikim.
Lê meşûrbûna min wiha dest pê kir: Beriya 4-5 mehan influencereke Rûs li ser sosyal medyayê dîmenên min parve kirin.
Li ser vê yekê jî ez meşûr bûm û bala turîstan kişand. Ev 4-5 meh in bi vî awayî tên cihê dezgeha me û bi min re fotografan dikşînin.
Kurd, Tirk, Ereb, Laz û geştyarên biyanî gelek tên vir. Helbet ev yek hîsiyateke pir xweş e.
Erê ez diwestim lê ez jî dixwazim ku welatê xwe, Stenbolê û merivên li vir dijîn bi turîstan bidim nasîn."
Fenomenê Kurd Alper li herêma turîstik a Karakoya Stenbolê, bi brayê xwe Mezlûm re ev 8 sal in ku karê bavê xwe garisfiroşiyê dike.
Înfluencereke Rûs beriya 4-5 mehan dema serdana Stenbolê dike rastî Alper tê û dîmenên wî parve dike.
Li ser vê yekê her diçe Alper bi bedewî û qeşengbûna xwe bala turîstan dikşîne.
Heyran û hezkiriyên wî piranî geştyarên ji welatên Rûsya û Ewropayê ne.
Bi taybetî ji Rûsyayê geştên taybet ji bo dîtina wî tên sazkirin.
Pêşniyarên fîlm û rêzefîlman red dike
Alper li ser projeyên xwe yên paşerojê ev agahî dan:
"Ez niha dixwazim li ser projeyeke baş bifikirim. Lewra ez dixwazim markayeke li ser navê xwe çêkim.
Beriya demekê teklîfa projeyeke rêzefîlmê li min hat kirin lê ji ber vî karî min nikaribû qebûl bikira.
Lewra her du kar bi hev re çênedibûn. Ka em lê binêrin di pêşerojê de çi dibe nesîbê me.
Her wiha ji Hewlêrî jî gelek kes tên serdana me dikin. Ez silav û hurmetên xwe ji wan re dişinim.”
Evqas eleqe, heyranî û trendbûna ciwanê Kurd Alper Temel ne tenê bala medyaya Tirkiyeyê di heman demî de bala medyaya cîhanê jî dikşîne.
Ev jî medyaya fermî ya Holendayê ye ku bi Alper re hevpeyvîn dike.
Lewra garisfiroşê Kurd ê bedew li Stenbolê bûye sembola geştyariyê.
"Em ji bo dîtina garisfiroşê bedew hatin Stenbolê"
Geştyara Ukraynayî Olenayê li ser serdana xwe ya dîtina Alper got:
"Em ji bajarê Melinskyê yê Ukraynayê hatine vir. Ez bi hevala xwe re hatime bigerim.
Em ji bo dîtina garisfiroşê bedew hatin Stenbolê. Ez navê wî nizanim lê hevala min pir jê hez dike."
Geştyara Rûs Linayê jî diyar kir ku ew ji bo derbaskirina dawiya hefteyê hatine û got:
"Em komeke jin ji bo dawiya hefteyê dema xwe derbas bikin û bedewiyên Stenbolê bibînin hatine vir.
Em dixwazin xweşikî û bedewiyên bajêr bibînin. Helbet em li gel dîtina vir, em dixwazin li deverên turîstîk jî bigerin.”
"Ez ji Malezyayê tenê ji bo dîtina wî hatim"
Geştyara ji Malezyayê Wandayê jî wiha anî zimên
"Ez ev garisfiroşê navdar ji TikTokê nas dikim. Ez ji Malezyayê bes ji bo dîtina vî mêrikê garisfiroş hatim vir."
Esnafên Karakoya Stenbolê jî ji rewş û eleqeya zêde ya geştyarên biyanî sûd werdigrin û dibêjin hebûna Alper xizmeteke mezin e ji bo danasîna geştyariya Stenbolê.
Sûdê digihîne esnafên derdorê jî
Esnafê Mêrdînî Muhammed Tekin Kaplan bandora Alper a li ser bazara wan wiha anî zimên:
"Ev zêdetirî 20 sal in ku ez li herêma Karakoya Stenbolê esnafiyê dikim. Bi saya brayê me Alper karê me jî zêde bûye.
Lewra heyranên wî dema tên vir, pê re wêne dikşînin tên li mekanên me jî bêhna xwe vedidin, li vir dixwin û vedixwin jî.”
Ciwanê Kurd ê fenomen Alper Temel, her ku diçe bi bedewiya xwe û bi heyraniya turîstan bi nav û dengtir dibe.
Ji loma jî jê re teklîfên fîlm, rêzefîlm û reklaman jî tên lê ew ji ber karê xwe niha bi erênî bersiva wan nade.
Garisfiroşê Kurd ê bedew ku li Stenbolê bûye sembola geştyariyê jî dîsa dev ji jiyana xwe ya normal û karê xwe yê firotina garis û kestaneyan bernade.
Lê her xewn û xeyala wî ew e ku rojekê di projeyên baş de bixebite.