Gelo porê spî careke din reş dibe?
Hewlêr (Rûdaw) - Ashley Sukruya 28 salî ku li Kanadayê dijî, hîn di 14 saliya xwe de bi gotina hevaleke xwe ya lîseyê, yekem mûyê (ta) spî di porê xwe de dît.
Vê kêliyê, di salên paş de li ser jiyanê bandoreke kûr li ser nêrîna wê kiriye.
Ashley Sukruyê got,"Helwesta min a yekem ev bû, 'Na, nabe porê min spî bibe ji ber ku ez hîn 14 salî me.'
Tê bîra min ku di navbera dersê de ez çûm malê, min li porê xwe nihêrî û min mûyên zêdetir ên spî didîtin."
Ashleyê ji dê û bavê xwe xwestiye ku destûrê bidin wê da ku porê xwe boyax bike û wiha got, "Dema ku hûn dixwazin tevlî mirovan bibin, porê spî ne guncav xuya dike. Ji ber vê yekê min hewl dida veşêrim."
Gelo porê me êdî zûtir spî dibe?
Pisporan ji BBCyê re diyar kir ku faktora herî diyarker a dema spîbûna porê we, genetîka we ye. Ev faktor di rewşa Ashley de jî derbasdar e.
Porê dayika wê jî di 14 saliya de dest bi spîbûnê kiriye û dapîra wê jî di 17 saliya xwe de ta ango mûyên spî di porê xwe de dîtine.
Bijîşk radigihînin ku hejmareke zêde ya ciwanan di destpêka 20 û 30 saliya xwe de ji ber spîbûna porê xwe bi fikar in.
Ji bo nijada Kafkasyayî (Ewropa û Rojavayê Asyayê), 35 salî wekî sînor û bendek tê dîtin.
Li nav xelkê Asyayî û Afrikiyan por 10 sal bi şûnde spî dibe. Spîbûna porê berî van temenan, wekî "spîbûna zû" tê nirxandin.
Dr. Sermed Mezherê ji Îngilistanê got, "Bi saya van astan, em fêm dikin ka kengî divê em li faktorên din binêrin an jî kengî divê em wê wekî pîrbûneke normal binirxînin."
Por çima spî dibe?
Ta û mûyên nû yên por ji folîkulên di çerm de derdikevin. Xaneyên melanosît ên ku pîgmentê hildiberînin jî li vir in.
Melanosît du cureyên pîgmenta melanînê hildiberînin. Li vir eumelanin ji porê reş û feomelanin jî ji porê zer û sor berpirsiyar e. Ev pîgment rengê çerm û çavan jî diyar dikin.
Tîmek ji Zanîngeha New Yorkê ya Amerîkayê di lêkolîna xwe de destnîşan kir ku melanosîtên berpirsiyarê rengê por, di dema pîrbûnê de dev ji karê xwe berdidin.
Dema ku pîgment neyê hilberandin, tûyên por yên ku bi berdewamî dirêj dibin û nû dibin spî dibin.
Gelo bandora xwarinê heye?
Zanyarên ji Amerîka û Brezîlyayê jî diyar kir ku xaneyên stem ên ku rengê çerm û por diyar dikin, di bin stresa zêde de zererê dibînin.
Her wiha, spîbûna zû dibe ku bi xwarina nehevseng an jî kêm ve girêdayî be.
Kêmasiya vîtamînên D û B12, sifir, hesin, çînko û asîda folîk a kêm, dibe ku di nav sedemên spîbûna zû de bin. Bi taybetî tê texmînkirin ku asta vîtamîn B12 roleke girîng dilîze.
Dr. Mezher got, "B12 bi giranî ji berhemên ajalan tê hilberîn. Eger kesek bi tevahî vegan be û ji bo hevsengkirina xwarina xwe berhemên piştgiriyê bi kar neyne, faktora yekem a ku ez dê jê bi guman bim asta B12 ye."
Rola mîneralan û metalên giran
Sifir jî bi aktîvkirina enzîma tîrozînazê ku piştgiriyê dide hilberîna melanînê, di vê pêvajoyê de rol dilîze.
Pispor hişyariyê didin ku eger çînko û vîtamîn C ji pêwîstiyê zêdetir bên wergirtin, ev dikare rê li ber nemana sifirê ya di bedenê de bigire.
Pispora xwarinê Maria Marloweyê ku porê wê jî di 20 saliya wê de spî bûye, diyar dike ku di testên wê yên xwînê de kêmasiya sifir, hesin û îyotê hatiye tespîtkirin.
Faktoreke din a ku rê li ber nemana mîneralan digire, metalên giran in. Di xwîna Marloweyê de, rêjeya sirb û kadmiyumê ji ya normal zêdetir derketibû.
Gelo porê spî vedigere rengê xwe yê berê?
Lêkolîneke Zanîngeha Columbia nîşan dide ku eger stres kêm bibe, mimkun e ku mûyên nû yên por vegerin rengê xwe yê xwezayî.
Bijîşk dibêjin ku heman tişt ji bo spîbûna ku ji ber kêmasiyên xwarinê çêdibe jî derbasdar e.
Dr. Mezher got, "Eger ji ber faktora genetîkê be, ji bo piraniya mezin ev nayê vegerandin."
Pispor pêşniyar dikin ku divê berî destpêkirina her cure vîtamîn û guhertinên di parêzê de, teqez testa xwînê bên kirin.
Marloweyê jî piştî guhertina parêza xwe û dûrketina ji xwarinên ku metalên giran dihewînin, spîbûna porê wê hêdî bûye.
Ji bo Ashley, sedema sereke kodên genetîkî ne lê wê êdî nêrîna xwe guhertiye û porê wê yê zîvî bûye parçeyek ji nasnameya wê.
Ew li ser înternetê li gel komek ciwanên din hewl dide qalibên standard ên li ser bedewî û pîrbûnê bişkîne.
Ashley Sukruyê got, "Dema min li ser TikTok û Instagramê dest bi parvekirinan kir, min fêm kir ku tiştên ku hatine serê min hatine serê gelek jinên din jî.
Ez hêvî dikim ez karibim bibim îlham ji bo jinan ku porê spî qebûl bikin.
Li şûna ku bêjin 'porê spî nebaş e, pîrîtî ye', ez hêvî dikim teşwîq bikim ku bêjin, 'Na, porê spî helwestek û kesayetiya we ya resen temsîl dike.'”