Sara Aram: Projeyeke min a nimayîşkirina Ala Kurdistanê heye

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî raperîna Bihara 1991ê, Kurdistan bi cih hiştiye. Sala 1995an ji wê dema ku temenê wê tenê neh salî bû, gihiştiye New Zelandê. Niha nimayîşkar e û dixwaze bi Ala Kurdistanê li welatên cîhanê bigere, weke ew bi xwe dibêje, heta niha zêdetirî li 20 welatên dinyayê bi Ala Kurdistanê geriyaye, lewma dixwaze weke Keça Alayê were nasîn, Sara Aram di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa karên xwe dike.

 

Rûdaw: Tu heta niha bi Ala Kurdistanê li çend welatan geriyayî?

 

Sara Aram: Bû çend sal, ji wê dema ku min hîs kir ku pêwîstiya welatê min bi piştgiriya hemû kesan heye, min biryar da ku bibim Keça Alayê, yan Nimayîşkara Alayê, nimaşkariya bi vî rengî li hemû cîhanê heye, gelek kes hene ku li cîhanê dibin Nimayîşkarê Alayê û nûnertiya welatê xwe dikin. Ez li zêdetirî 20 welat û bi dehan bajarên dinyayê geriyam û min Ala Kurdistanê li xwe pêçand.

 

 

Kî hevalên te yên geştê ne?

 

Piranî hevjînê min û keça min hevaltiya min dikin.

 

Dema tu serdana welatekî dikî, xelkê wî welatî çawa li te pêşwazî dikin?

 

Mijara nimayîşkarê alayê li hemû welatan heye, nimayîşkar gelek in ku li welatê xwe, yan li welatekî din ku lê dijîn û diçin welatekî din alayê li xwe dipêçin, hinek kes dipirsin ku ka ez jî kîjan welatê me, herwiha pirsyara wê yekê dikin ku ev ala kîjan welat e.

 

 

Peyam û armanca te çi ye ji gera bi Ala Kurdistanê li welatên dinyayê?

 

Mebesta min ew e ku bi lixwepêçandina alayê û nîşandana ala xwe ji hemû cîhanê re bibêjim ku xelkê her dera cîhanê, her dem şanaziyê bi neteweya xwe dikin û şanaziyê bi wê dikin ku ji kuderê hatine û xelkê kuderê ne.

 

Kesên ku piştgiriya vî karê te dikin kî ne?

 

Hemû malbata min piştgiriya min dikin û min han didin ku vî karê xwe bidomînim. Herwiha çendîn medya û rûpelên medyaya civakî, mebesta min rûpelên Kurdî ye, bi berdewamî piştgiriya min dikin, hemû malbata min jî gelek piştgiriya min dikin, bi taybetî bavê min û hevjînê min, ez dixwazim ji vir spasiya wan bikim.

 

 

Em li ser rûpelên te yên medyaya civakî dibînin ku tu ketî nav pêşbaziyeke hilbijartina nimayîşkaran û niha tu di nav top 5ê de yî, ev pêşbazî çi ye û çawa hate lidarxistin?

 

"Jetset Magazine" ku kovareke Amerîkî ye, li ser medyaya civakî digere û çend nimayîşkaran dixe dengdaneke online, da ku bibe berga kovarê, ev kovar jî li nav firoke û yext û yextên taybet têne danîn, li hemû dinyayê çend nimayîşkar hilbijartin û xelk bi rêya online rûyê berga magazînê hildibijêrin, niha ez bi kêfxweşî ve di top 5ê de me, ez hêvî dikim ku bi ser bikevim û bibim berga Jetset Magazine.

 

Gelo plana te tine ye ku tu serdana Kurdistanê bikî û li Kurdistanê wî weke nimayîşkarê alayê derbikevî?

 

Belê plana min heye, projeyeke min a bi ciwanî nimayîşkirina Ala Kurdistanê li nav sirûştê amade ye, ev proje niha di qonaxa amadekariyê de ye, ez ê di demeke nêz de werim Kurdistanê û bi sirûşta ciwan a Kurdistanê şad bibim.