Anne Hathaway wekî 'Jina Herî Bedew a Cîhanê' hat hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) - Stêrka xwediyê Xelata Oscarê Anne Hathaway, ji aliyê kovara Peopleyê ve wekî "Jina Herî Bedew a Cîhanê" hat hilbjartin.

Van demên dawî îdiayên emeliyata estetîkê derbarê Anne Hathawayê de belav bûbûn lê lîstikvana navdar ev îdia bi tundî red kiribûn.

Anne Hathaway li ser berga hejmara gulanê ya kovara Peopleyê cih girt û wekî "Jina Herî Bedew a Cîhanê" hat eşkerekirin.

Ev nasnav ji wê re ji bo rêzgirtina li lûtkeya kariyera wê û pêşketina wê ya kesane hat dayîn.

Anne Hathaway dê îsal beşdarî gelek projeyan bibe.

Îsal bi giştî pênc fîlmên wê dê derkevin vîzyonê ku yek ji wan fîlma "The Devil Wears Prada 2"  (Şeytan Marka Li Xwe Dike 2) ye.

Kovara Peopleyê vê nasnavê ne tenê ji bo rûyê fîzîkî dide stêrkan.

Kovar vê nasnavê dide wan stêrkên ku bedewiyê ji nû ve pênase dikin û dibin çavkaniya îlhamê ji bo kesên din.

Beriya Anne Hathawayê, stêrkên Hollywoodê yên wekî Michelle Pfeiffer, Julia Roberts û Jennifer Aniston jî bibûn xwediyên vî nasnavî.