Li Muzeya Wanê 2 hezar û 551 berhemên dîrokî tên nîşandan
Hewlêr (Rûdaw) - Muzeya Wanê bi 2 hezar û 551 berhemên qedîm va ziyaretvanên xwe derdixe rêwîtiyeke dîrokî.
Muzeya Wanê li ser qadeke 50 hezar metre çarqoşe hatiye avakirin û 13 hezar metre çarqoşeyê wê sergirtî ye.
Ji bilî berhemên Wanê, gelek berhemên ku ji bajarên herêmê birîne jî di muzeyê de tên pêşandin.
Di muzeya ku li gorî hizra muzevaniyê ya hevwext hatiye dîzaynkirin de 2 hezar û 551 berhemên ji serdema Urartû, Roma, Bîzans, Selçûqiyan û Osmaniyan mane, tên pêşandin.
Muze ji aliyê nîşandana berhemên serdema Urartiyan ve wekî "muzeya dewlemendtirîn ya dinyayê" tê qebûlkirin.
Korîdorên muzeyê li gor rêza kronolojîk hatine dîzaynkirin, her wiha di muzeyê de mînyaturên Keleha Wanê, Bajarê Kevin ê Wanê û Dêra Axdamarê hene.
Ji destpêka îsal ve hejmara zêdeyî 100 hezar kesî muze ziyaret kiriye.
Birêvebirê Muzeyê Bulent Demîr got, "Di envanterên muzeyê de 43 hezar û 11 berhem hene.
Ji van berheman 2 hezar û 551 berhem tên nîşandan.
Sala 2025an nêzîkî 100 hezar kesî muze ziyaret kir."