Li Stenbolê Muzexaneya Pisîkan bala geştyaran dikişîne
Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî Birca Galatayê ya Stenbolê, zilamekî cihê karê xwe kiriye mala pisîkan û wekî muzexane dide naskirin.
Stenbol bi pisîkên xwe yên bedew jî tê naskirin û ev yek jî bûye sedem ku ev mal bala geştyaran bikişîne.
Xwediyê Muzexaneya Pisîkan Fatîh Dagli dibêje, zêdetirî 15 salan e ew li wê derê kar dike.
Fatîh Dagli ku bi xwe grafîk-dîzayner e, çakêt û kincan dîzayn dike û logoya pisîkan bi kar tîne.
Fatîh Dagli got, “Li devera Galatayê pisîk pir in, loma min û çend hevkarên xwe biryar da ku em vir bikin muzexaneya pisîkan û ji sedî 50yê dahata vir ji bo hemû pisîkên vê deverê terxan bikin."
Li her quncikekî vê malê, cihê bêhnvedanê, xwarin û vexwarin ji bo pisîkan hatiye dabînkirin.
Bi dehan tablo û berhemên taybet ên li ser pisîkan jî hene.
"Cîhaneke pir balkêş e"
Geştyara Slovenî Sladja Tomazevicê diyar kir ku wan nedizanî muzexaneyeke wisa heye û got:
"Me dixwest em Birca Galatayê ziayret bikin lê koma pisîkan bala me kişand.
Dema em hîn bûn ku ketina hundir bêpere ye, em hatin hundir.
Pir balkêş e, ji ber ku çîrok û rûdanên pir ecêb ên pisîkên Stenbolê hene."
Li malê de 15 pisîk hene ku geştyaran pêşwaziya dikin.