Pisîkên Wanê tên jimartin

23-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Navenda Sepandin û Lêkolînê ya Mala Pisîkan a Wanê ya Zanîngeha Yuzuncuyilê ya bajarê Wanê diyar kir ku ji bo hejmara pisîkên Wanê were tesbîtkirin, xebat dane destpêkirin.

Pisîka Wanê nirxekî girîng ya Wanê ye û bi taybetiyên xwe yên balkêş tê zanîn. Pisîka Wanê herî zêde bi şîrinbûna xwe, bi meşa xwe ya wek şêran, bi qimçika xwe ya ku dişibe ya roviyan, bi rengên çavên xwe yên cuda û bi hezkirina xwe ya avê tê zanîn.

Nifşê pisîka Wanê li ber tinebûnê ye û di salên 1990î de bi hevkariya Walîtiya Wanê û Zanîngeha Yuzuncuyilê Navenda Sepandin û Lêkolînê ya Mala Pisîkan a Wanê hat avakirin û navend bi xebat û lêkolînên xwe yên li ser pisîka Wanê nisla pisîkê diparêze.

Navend ji salên 1990î vir de xebatên girîng li ser pisîka Wanê dike. Niha jî bi projeyekê dixwazin hejmar, cinsiyet û jiyê pisîkên Wanê hîn bibin.

Berpirsê Navenda Sepandin û Lêkolînê ya Mala Pisîkan a Wanê Doç. Dr. Abdullah Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku hejmara pisîkên Wanê her ku diçe kêm dibe.

Kaya diyar kir ku ji bo tesbîtkirina hejmar û rêjeya pisîkan projeyê amade dikin û wiha got: "Em dixwazin bizanin ku li bajêr çend pisîk hene. Bi taybetî jî li Wanê çend pisîk hene. Bi vê projeyê emê hejmar, cinsiyet û jiyê pisîkên Wanê hîn bibin. Niha hejmareke teqez tineye, ji ber vê jî divê ev xebat were kirin. Rastiyeke din jî ev e ku li Wanê her ku diçe xaniyên ku hewşa wan hene kêm dibin û bi vê re jî hejmara kesên ku pisîkan xwedî dikin kêm dibe. Ji ber vê jî divê xebateke zanistî were kirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst