Li binê okyanûsê maçeke xwînî: Semasî nexwest min bikuje

Hewlêr (Rûdaw) - Biyologê okyanûsan ê Meksîkayî Mauricio Hoyos, hîn jî zexta çeneya semasiyê Galapagosê ya wekî dêwekê li ser serê xwe hîs dike.

Mauricio Hoyos wê kêliya ku serî wî di nav çeneya semasiyê de bû û bi derbekê re serê xwe ji nava 29 diranên wekî şûr ên semasiyê derdixîne ji bîr nake.

Hoyos piştî wê bûyerê bi çend mehan, ji mala xwe ya li Meksîkayê bi kenekî li ser rûyê xwe ji BBCyê re behsa wê serpêhatiyê dike û dibêje, "Ez hêvî dikim careke din wê semasiyê bibînim."

Çîroka rastîn û efsaneyî ya Mauricio Hoyos Îlona 2025an li beravên Kosta Rîkayê dest pê kir.

Biyologê navdar Mauricio Hoyos û tîma wî tevî geştyaran di kûrahiya 40 metreyan de li şopên semasiyan digeriyan da ku cîhazên akustîk bi wan ve bikin.

Armanca vê şopa bin avê ew bû ku cihên cotbûn û hêkên semasiyan diyar û keşif bikin û çavdêriya wan bikin.

Piştî ku geştyar wê semasiyê dîbînin, Hoyos xwe nêzîkî wê semasiya dêw a ku dirêjahiya wê ji sê metreyan zêdetire dike.

Hevdîtina çarenivîsaz

Mauricio Hoyos wê kêliyê ji bîr nake û wiha tine zimên,"Ew semasiya dêw ji kêleka me derbas bû û berê xwe da binê avê.

Ez jî ketim pozîsyonê da ku cîhazê li binê baskê wê de bi cih bikim."

Tiştê ku piştî wê hewldana Mauricio Hoyos qewimî di 30 salên kariyera wî de nehatibû serê wî.

Semasiyê bertekeke neçaverêkirî nîşan dide. Hoyos dibêje, "Li şûna ku bireve, ew bi arami li min zivirî û li min nêrî. Min çavên wê yên biçûk dîtin ku li min dinêrî."

Piştî wê nihêrîna aram, semasî ji nişka ve li xwe dizivire û bi lezeke mîna birûskê êrişî Mauricio Hoyos dike.

Biyolog Mauricio Hoyos behsa wê kêliyê dike û dibêje, "Min serê xwe tewand û tiştê ku min hîs kir ew bû ku diranên çeneya wê ya jêrîn di rûyê min re derbas bûn û diranên çeneya wê ya jorîn jî di serê min re diçûn.

Di wê kêlikê ez di nav çeneya wê de mam û paşê jî ji nişka ve wê ez berdam."

Pêşbirka bi mirinê re

Hoyos ji êrişê filitîbû lê pêşbirka wî ya bi mirinê re nû dest pê kiribû.

Diranên semasiyê xortima wî ya bi cîhaza oksîjenê jî re qut kiribû, semasiyê bi diranên mîna biviran maskeya wî çirandibû û ji ber xwînê bînahiya çavên wî lawaz bûbû.

Wê kêliyê bawerî bi Mauricio Hoyos re çêbibû ku ji bo gihîştina ser rûyê avê ji deqeyekê kêmtir wextê wî maye.

Hoyos bi van hevokan behsa rûbirûbûna xwe û mirinê dike: "Ji ber ku min tiştek nedidît, ez li ronahiya ku ser avê xwiya dibû digeriyam.

Min nexwest ez bi panîk tevbigerim da ku bala semasiyê nekişînim lewma min bi awayekî gelekî aram û bi koordîne ber bi jor ve dest bi soberiyê kir."

Piştî ku Hoyos derket ser avê ji tîma wî xortekî ew kişand ser keştiyê.

Hoyos diyar kir ku êşa herî mezin ne ji ber geza semasiyê bû, belkî ji ber hêza lihevqelibîna wî û wê semasiyê bû.

Biyologê Meksîkî wê êşa xwe jî wiha tine zimên: "Min hest kir ku otomobîlekê li min xistiye. Bi rastî, li ser çeneya min şînahiyeke gelekî mezin çêbû, min digot qey ew şikestiye."

Ez dê vegerim wî cihê kû wê ez gez kirim"

Piştî dermankirinan birînên Hoyos zû sax bûn û ew niha bi heyranî li wê serpêhatiyê dinêre.

Ew dibêje ku piştî vê êrişê rêz û hezkirina wî ya ji bo van ajelan hîn zêdetir bûye.

Hoyos bi nîşandana şopa birîna li ser rûyê xwe dibêje, "Ev şop delîla wê yekê ye ku vê semasiya mê jiyana min bexşandiye, ez nikarim bi awayekî din vebêjim.

Ev yek dê wisa bike ku ez di paşerojê de li ser semasiyan bi awayekî erênî biaxivim û parastina wan bidomînim."

Ya herî balkêş jî ew e ku Hoyos plan dike careke din vegere heman cihî.

Mauricio Hoyos bi pencemora li ser rûyê xwe ya ji semasiya dêw maye dibêje, "Ez dê meha kanûna paşîn biçim Girava Cocosê.

Bêguman ez dê biçim cihê ku êriş lê qewimî û li wir soberiyê bikim.”

Bi saya wê cîhaza ku Mauricio Hoyos beriya êrişê bi semasiyê ve zeliqandibû, dibe ku ew careke din rastî "hevala" xwe ya kevn bê û careke din maçekê jê wergire.