Di daweta eşîrekê de 19 milyon lîre û 5 kîlo zêr bi bûk û zava ve hatin kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gebzeyê ya parêzgeha Kocaeliyê, di daweta eşîreke Agiriyê de 19 milyon û 800 hezar lîre pere û 5 kîlo zêr wekî diyarî bi bûk û zava ve hatin kirin.
Tahîr Aglamazê ji malbata Aglamazan a ku yek ji malbatên navdar ên Agiriyê ye û Asli Demîr li navçeya Gebzeyê ya Kocaeliyê bi dawetekê zewicîn.
Zêdetirî 5 hezar kesî beşdar bûn
Zêdetirî 5 hezar kesî beşdarî daweta wan bûn. Ji serokên eşîran heta parlamenter, serokên saziyên civaka sivîl û karsazan gelek kes beşdar bûn.
Parlamenterê AK Partiyê yê Kocaeliyê Cemîl Yaman û Parlamenterê CHPyê yê Kocaeliyê Naîl Çîler jî di nav vexwendiyan de bûn.
Pere û zêr di du valîzan de bi zehmetî hatin bicihkirin
Piştî govendê li gorî adetên eşîran maseya diyariyan hat danîn.
Di dawetê de ku pere û zêrên bi bûk û zava ve hatine kirin hatin hejmartin.
Pere bi zehmetî di du valîzên mezin de hatin bicihkirin.
Dawet heta derengiya şevê bi govendan berdewam kir.