Kompanyaya modayê ya navdar Versace bi 2 milyar dolaran tê firotin
Navenda Nûçeyan - Kompanyaya modayê ya navdar Gianni Versace, ku beriya 40 salan wekî markayeke Îtalyanî hatibû avakirin, dê ji aliyê kompanyaya Amerîkayî Michael Kors ve were kirîn.
Li gorî nûçeya Reutersê kirîna kompanyaya Gianni Versace ji aliyê kompanyaya Michael Kors ve dê di nav vê hefteyê de were ragihandin.
Hat diyarkirin ku markaya Michael Kors dê wê kompanyayê bi 2 milyar dolaran bikire. Malbata Vercase niha tenê xwediyê %80 kompanyayê ye, ji ber ku %20 wê beriya 4 salan ji aliyê kompanyaya Amerîkayî Blackstone ve hatibû kirîn. Lê herdu kompanyayên Versace û Blackstone nexwestin derbarê mijarê de daxuyaniyê bidin.
Kompanyaya Micahel Korsê sala borî jî kompanyaya mezin a pêlavan Jimmy Choo, ku markayeke Brîtanî ye, bi 900 milyon sterlînan kiribû.
Kompanyaya Versace daxuyandibû ku dahatên wan ên di sala 2016a de gihiştibû 686 milyon euroyan û herwiha CEO kompanyayê Jonathan Akeroyd jî ragihandibû ku dahatên îsal dê bigihê milyarek euroyî.
Xwediyê kompanyayê Gianni Versace di sala 1997a de, di temenê xwe yê 50 salî de, li pêş mala xwe hatibû kuştin.