Apê Ezîz bi cilûbergên xwe yên rengareng bûye rengeke cuda yê Cizîrê

Cizîr (Rûdaw) - Li navçe ya Cizîrê ya Şirnexê Azîz Serîm ê 75 salî ku weke Apêz Ezîz jî tê naskirin 10 sal in her tim cilûbergên reng bi reng li xwe dike. Serîm di dolaba mala xwe ya li taxa Cûdî de bi dehan cil û bergên zer, porteqalî, sor, spî, mor, kesk û şîn hene, ew ne tenê di kincên xwe de, di pêlavên xwe de jî van rengan tercîh dike û ew bi wê şêwaya xwe bûye rengeke cuda yê Cizîra Botanê.

Apê Ezîz dibêje ji ciwaniya wî de jî meraqa wî her li ser rengan hebû. Azîz Serîm piştî 28 salan şofêrtiya taksiyê kir berî 5 salan xanenişîn bû, berî 10 salan jî biryar da ku cil û bergên rengîn li xwe bike. Ew zêdetir ji renge sor û zer hez dike. Mala wî weke muxazeyeke cilfiroşan e.

Ew rengên ku Apêz Ezîz ew li xwe dike li Şirnex û bajarên Kurdan peyda nabe ji ber wê yekê ji bajrên wek Stenbol, Îzmîr û Enqerê qumaşên taybet bi dest dixe û li Cizîrê li ser 3 terziyên cûda dide dirûtin. Pêlavên wî jî taybet li Îzmîrê tên çêkirin û jê re tên şandin. Apê Ezîz bi renge xwe êdî bûye sembolek Cizîrê û xelkên navçeyê dibêjin Apê Ezîz gula Cizîrê ye.

Apê Ezîz li govenda be, li civata be, li sûk û kolanên bajêr be ha li mala xwe be ferq nake ew her li ku derê be cilûbergên wî reng bi reng in.

Azîz Serîm dibêje: “75-80 takimên min ên bi reng hene. Qasî wan jî pêlavên min ên bi reng hene. Van cilên reng bi reng min bere jî pir jê hez dikir. Min bere jî jê hizdikir, lê derfetên min tunebûn. Ez ne vala bûm ez dişixulîm. Hinek dibêjin ev nexweşî pê re heye lewma van cilan li xwe dike. Ma nexweşî bi min re hebe ez dê pere didim van cilan distînim. Ez ji hezkirinê dikirim.Yanî ez hez dikim her roj takimekê li xwe bikim.”

Mala wî weke muxazeyek cilfiroşîyê ye û di kartonan de bi dehan cot pêlav bi dehan qat û libas, gore, kember, tizbîh û qirewat û qilifên têlefonan her çi aksesûwarên hebin her hemû reng bi reng in.

Ezîz Serîm herwiha dibêje: “Bi xwedê ez zêde ji cilê sor û zer hez dikim. Ez gelek ji van her du rengan hez dikim. Min wesîyet kirîye ku dema ez mirim, bila şerîtekê li ber derê malê bikşînin cil û solên min pêve bikin, her solek min,her taximek min kesên ku hatin bidin wan.”

Terzî -Evdilkerîm Sutçu dibêje: “Heta niha min nêzîkî 10-11 takim cil jêra çêkirîne. Ew ji min memnûn e, ez jî jê memnûn im. Însanek hez ji cil û bergan dike ez jî li gor daxwaziya wî jê re çê dikim.”

Cilfiroş Munîr Bozdag jî got: “Bi Xwedê Apê Ezîz zilamek gelek delal e. Rengê Cizîrê ye. Kêfxweş e, kêfa me jî xweş dike.”

Çayfiroş Celal Cazim jî dibêje: “Ezîz ê bextê ye, yê bawerîyê ye. Me tu neqencîya wî nedîtîye. Ev 55 sal in ez wî nas dikim min neqenciyên wî nebihîstîye.”

Nav û dengê Apê Ezîz û styla wî ya cewaz ji sînorên welat boriye êdî. Ji bo kesên wî nas dikin ew Apê Ezîz e, yên ku wî nas nakin lê navê wî bîhîstine jî jê re dibêjin mirovê reng bi reng yê Cizîra Botan.