Tu ditirsî hişê çêkirî karê te ji te bistîne?

Hejmarek heye ku divê te bisekinîne û te şok bike. 6ê Nîsana 2026an, Elsie Peng, aborînasê banka Goldman Sachsê, raporek weşand ku li ser bingeha amarên rasteqîn ên lîsteya meaşên Amerîkayê hatibû amadekirin. Wê eşkere kir ku hişê çêkirî mehane bi navînî 16,000 derfetên kar li Amerîkayê tune dike. Ev yek jî salê dike 192,000 derfetên kar. 18 roj şûn de, Meta û Microsoftê ragihand ku ev yek tenê destpêka pêvajoyeke ku dê bidome ye.

24ê Nîsana 2026an, her du şirketên (Meta û Microsoft) bi hev re dûrxistina zêdetirî 20,000 karmendan ji ser karên wan ragihand. Meta ji sedî 10ê hêza karkirina xwe ya cîhanî ku nêzîkî 8,000 kes e ji 20ê Gulanê ve dûr dixe. Di heman demê de 6,000 postên din jî bi valahî dihêle.

Microsoftê jî pakêta malnişînbûna dildarî pêşkêşî nêzîkî 8,750 karmendên xwe yên li Amerîkayê kir. Ev yek di dîroka 51 salî ya şirketê de bernameya yekem a bi vî rengî ye. Van daxuyaniyan wiha kir ku hejmara wan karmendên ku di sektora teknolojiyê de hatine dûrxistin ji sala 2020an ve heta niha 900 hezar kesî derbas bike.

Heke em li gotinên Birêvebirê Cîbicîkar ê Metayê Mark Zuckerberg, binerin, em dê bibînin ku dûrxistinên vê carê cuda ne. Di destpêka îsal de Mark gotibû, "Sala 2026an ew sal e ku hişê çêkirî dê bibe sedem ku şêwazê karkirina me bi awayekî berbiçav biguhere."

Dûrxistina karmendan û zêdekirina weberhênanê

Ew şirketên ku ji ber bipêşketinên hişê çêkirî herî zêde karmendan dûr dixin, her ew in ku herî zêde weberhênanê tê de dikin û pereyan lê xerc dikin. Meta, Microsoft, Alphabet û Amazonê bi hev re tenê di sala 2026an de nêzîkî 700 milyar dolar di binesaziya hişê çêkirî de weberhênan kiriye. Ew ne ji ber lawaziyê lê ji ber bawerbûna bi xwe hejmara karmendan diguherînin. Ew piştrast in ku hişê çêkirî dikare karê gelek karmendan bi lezeke zêdetir û bi lêçûneke pir kêmtir bike.

Birêvebirê Cîbicîkar ê Microsoftê Satya Nadellayê hejmara karmendên şirketê ku 228,000 kes in wekî "kêmasiyeke mezin" di pêşbaziya hişê çêkirî de pênase dike. Niha GitHub Copilot nêzîkî ji sedî 40ê wan kodan dinivîse ku li wan deran tên bikaranîn. Platforma reklaman a Metayê ku bi hişê çêkirî dixebite, ew motorê ku nêzîkî hemû dahata salane ya şirketê bi qasî 160 milyar dolarî hildiberîne, niha tenê pêdiviya wê bi çavdêriyeke mirovî ya pir kêm heye ku berî du salan hewceyî pê hebû. Ev tenê çîrok nîn in, belkî guherînên pergalî ne ku di raportên dahatê û amarên bêkariyê de tên piştrastkirin.

Goldman Sachs bi hûrguliyeke bêmînak du bandorên dijber ên hişê çêkirî li ser jîngeha kar ji hev cuda dike. Cihgirtina hişê çêkirî (AI substitution) ku tê de hişê çêkirî rasterast cihê karmendan digire û mehane nêzîkî 25,000 derfetên kar li Amerîkayê tune dike.

Berovajî vê, bihêzkirina hişê çêkirî (AI augmentation) ku tê de hişê çêkirî karmendî bi berhemtir dike û dibe sedema damezrandina zêdetir û mehane nêzîkî 9,000 derfetên kar ên nû ava dike. Encama zelal jêbirina 16,000 derfetên kar e di her mehê de. Vê yekê rêjeya bêkariyê wekî encameke rasterast bi rêjeya ji sedî 0,1 bilind kiriye. Niha Goldman Sachs vê yekê wekî sedemek ji bo biryarên Banka Navendî ya Amerîkayê li ser rêjeya faîzê hesab dike.

Ew karên ku îro winda dibin û meaşên wan

Hemû kar bi heman awayî ji tune dibin. Zext qonax bi qonax û hûr e. Xizmetguzariya xerîdaran ku meaşê wan ê mehane di navbera 2900 û 4600 dolarî de ye, ew grûp in ku hişê çêkirî bi firehî cihê wan digire. Şirketa Gartnerê pêşbînî dike ku heta dawiya sala 2026an, şirket dê 80 milyar dolar di lêçûnên girêdayî karmendên navendên pêwendiyê de bi rêya hişê çêkirî teserûf bikin. Birêvebirê Cîbicîkar ê Salesforceyê, Mark Benioff dema ku di îlona borî de 4,000 postên piştgiriyê kêm kirin bi eşkereyî got, "Pêdiviya min bi mirovên kêmtir heye."

Pêşdebirên nû (junior developers), ew derçûyên kodsaziyê yên ku bi hêviya meaşê mehane yê 6,700 heta 9,100 dolarî hatine nav pîşesaziyê, rûbirûyî guvaşeke herî giran bûne. Damezirandina pêşdebirên nû yên ku temenê wan di navbera 22 û 25 salî de ye ji sala 2024an ve bi rêjeya ji sedî 20 daketiye.

Platforma TrueUp qalkirinê dike ku di destpêka sala 2026an de zêdetirî 67,000 postên vala yên endezyariya pergalan (software) hebûne lê ew post bi endezyarên pilebilind û pisporên hişê çêkirî tên tijîkirin, ne bi derçûyên nû. Modela klasîk ku tê de pêşdebirekî nû bi rêya karên ducare fêrî kar dibe bi temamî têk çûye, çimkî niha hişê çêkirî wan karan çêtir û bi lêçûneke nêzîkî sifirê dike.

Dîzaynerên grafîkê û nivîskarên naverokê; ev karmendên ku bi giştî mehane 4100 dolar heta 6700 dolarî werdigirin, dibînin ku karên wan derbasî amûrên hişê çêkirî dibin. Şirketa Snapê ji sedî 16ê karmendên xwe dûr xistine û bi eşkereyî amaje bi jêhatîbûna bi rêya hişê çêkirî kiriye.

Alîkarên yasayî yên ku bi awayekî asayî 3,750 dolar heta 6,250 dolarî werdigirin, di rêza duyem a di bin zextê de ne. Xwezaya rêkxistî û vekolîna yasayî ya li ser belgeyan, kurtkirina peymanan û kontrolkirina pêbendbûnê bi temamî bi wan karan re li hev dikin ku modelên zimanî yên mezin (LLMs) bi şêwazê herî baş dikin. Goldman Sachs piştgiriya yasayî û kargêrî wekî yek ji metirsîdartirîn cureyên kar tesbît dike ku îhtimal heye ji nav biçin, ew jî ne tenê di paşerojê de belkî her niha.

Ew karên ku dimînin û bipêş dikevin

Her tişt di bin gefê de nîne. Bazara kar bi şêwazekî wekhev têk neçûye, belkî bi giranî dabeş bûye. Endezyarên hişê çêkirî û fêrbûna amûran: Meaşê mehane yê 13,300 heta 23,300 dolarî û zêdetir werdigirin û daxwaza li ser wan bêsînor e.

Pisporên ewlehiya sîber ku 9,100 heta 15,000 dolarî werdigirin parastî ne, çimkî her pergala nû ya hişê çêkirî hewceyî parastinekê ye ku biryara mirovî tê de hebe ku hîn hişê çêkirî nikare bi berdewamî dabîn bike. Endezyarên pilebilind ên pergalan (Architects), ewên ku şiyana birêvebirin, hûrbînî û sererastkirina wan kodên ku hişê çêkirî dinivîse hene, nirxê wan bi awayekî berbiçav bilind bûye. Meaşên wan di navbera 15,500 û 18,300 dolarî de ye û bi cihêgirî maye.

Li vir xaleke balkêş di aboriya hişê çêkirî de derdikeve holê. Karmendên herî parastî ew in ku ti carî li pişt maseyê rûneniştine. Karebaçî, borîçî, fîter û hosteyên sarinc û spîlêtan û hwd... ku li Amerîkayê mehane nêzîkî 5,400 dolar heta 8,300 dolarî werdigirin parastî ne. Hîn robot nikarin boriyeke ku xera bûye di nav şûqeya te de çêbikin yan werin gaza spîlêta mala te tije bikin.

Metirsiya 10 salan

Asoyeke tirsnaktir heye ku ne sala 2026an e, belkî salên 2030 heta 2032yan e. Goldman Sachs texmîn dike ku 300 milyon derfetên kar li cîhanê di 10 salên bê de ji ber otonombûna karan rûbirûyî metirsiyê dibin. Li Amerîka û Ewropayê nêzîkî ji sedî 25ê hemû saetên karkirinê dikarin bi temamî li gorî şiyanên nû yên hişê çêkirî bibin otonom. Foruma Aborî ya Cîhanî pêşbînî dike ku heta sala 2027an, 83 milyon derfetên kar li cîhanê ji nav biçin.

Ew postên ku îro hesta aramiyê didin lê heta sala 2030î rûbirûyî metirsiyeke pergalî ya cidî dibin ev in: Endezyarên pergalan ên asta navîn, şêwirmendên darayî, analîstên amaran (data) û raportkirinê û şêwirmendên birêvebirinê. Her yek ji van karan li ser çîneke rêkxistî û ducare hatine avakirin ku hişê çêkirî bi şêwazekî bingehîn wan hildiweşîne.

Lêkolerê Goldman Sachsê Joseph Briggs, amaje bi wê yekê dike ku şoreşa pîşesazî, karmendên sektora çandiniyê di nava çend nifşan de guherandin û dehyên salan li ber malbatan hebû ji bo xwe-pêre-gunjandinê. Lê belê hişê çêkirî heman wê guherîna mezin di nava çend salên kêm de kir. Metirsiya rasteqîn ne teknolojî ye, belkî ew valahî ye ku di navbera leza hinda-kirina kar û leza bersivdana saziyan de heye, wekî di perwerde, polîtîkaya rahênanê û tora parastina civakî de.